Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye 2022-05-18 22:54:21   ÎZMÎR – Kedkarên bi KHK'ê hatine îxrackirin di çalakiya rûniştinê ya hefteya 212'an de bal kişandin ser têkoşîna li dijî biryarên bêhiqûqî.    Bi pêşengiya Egîtîm Sen a Îzmîrê ya Şaxa 2'yan çalakiya rûniştinê ya ji bo kedkarên bi Biryarnameya di Hiqmê Qanûnê de (KHK) vegerin ser karê xwe tê lidarxistin, di hefteya 212'an de li Îskeleya Karşiyakayê dewam kir. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.    Serokê Egîtîm Sen a Îzmîrê ya Şaxa 2'yan Veysel Beyazadam metna daxuyaniyê xwend. Beyazadam bang li desthilatê kir û got: "Ne tiştên hûn dikin ne jî hûn, ne maqûl in. Hûn ê li bara dîrokê, li hizûra pergaleke hiqûqê ya adil hesab bidin. Em ê tu hevalekî xwe teslîmî tarîtiyê nekin. Dawiya dawî dê tarîtî bigihê ronahiyê û dê hevalên me vegerin ser karê xwe."    Parlementera HDP'ê Serpîl Kemalbay jî axivî. Kemalbay bilêv kir ku desthilata AKP-MHP'ê jiyana bi hev re ya gelan tamûl nake û got: "Di vê jiyanê de tu cihê vê bloka faşîst tune ye. Li qesrê împaratoriya sûcan ava kirine û ev bi tu awayî ne rewa ye. Li dewleteka hiqûqê ya bera dê nikaribûna rojekê jî li derve bimana. Em ê ji bo wekhevî, edalet û demokrasiyê bitêkoşin."    Di dawiya daxuyaniyê de astengiyên li ber stranên kurdî hatin şermezarkirin.