Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in 2022-09-26 09:01:21   COLEMÊRG - Karmendên Pîşesaziya Colemêrgê, diyar kirin ku ji ber nebûna kar gelek xebatkarên xwe ji kar derxistine û ev tişt gotin: "Pereyên ji bo şer tên xerckirin heke ji bo gel bên xerckirin wê rewşa her tiştî baş bibe."   Li Tirkiyeyê, ji ber israra polîtîkayên xwe yên şer ên desthilata AKP-MHP’ê her ku diçe qeyrana aborî bêtir kûr dibe. Her wiha girêdayî vê hejmara kargeh û dikanên ku top diavêjin jî roj bi roj zêde dibin. Li gorî daneyên ku Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’yê Velî Agbaba aşkera kiriye, di nav 8 mehan de li seranserê Tirkiyeyê 74 hezar û 581 esnafan top avêtiye. Yêk ji bajarên ku ji krîza aborî bibandor bûye jî Colemêrg e. Ji ber ku bazirganiya li ser sînor lê qedexe ye, rêjeya bêkariyê li Colemêrgê ji sedî 80 zêde ye. Li gorî daneyên Yekitiya Odeyên Esnaf û Senaetkarên Colemêrgê (HESOB), ji sala 2020’an ve 597 esnaf neçar mane ku cihê xwe yê kar bigirin.   Karmendên Pîşesaziya Colemêrgê, der barê vê rewşê de ji ajansa me re axivîn û gilî û gazinên xwe anîn ziman.   Karmend Omer Agacanoglû, diyar kir ku ji sala 2000'an ve li pîşesaziyê karê qaynaxê dike û ev tişt got: "Krîza aborî di 7-8 salên dawîn de kûrtir bûye. Ez li vir karê qaynaxê dikim û xetên dîrêkan çêdikim. Salê herî kêm 80 ton dîrekan çêdikim. Sala borî min kîloya hesin bi 4 lîreyan çêdikir, îsal jî bi 30 lîreyan çêdikim. Her tişt herî kêm 6 qat zêde biha bûye. Em êdî ne dikarin kar ne jî firotinê bikin. Em nikarin êdî melzeme bikirin. Dema hûn îro weke bikir bên ba min, ji ber bihabûnê ez nikarim heqdesta xwe ji we bixwazim. Êdî em şerm dikin bihayê tiştên çêdikin ji bikiran re bibêjin."   FIROTIN Û XERCKIRIN TUNEYE   Di berdewamê de Agacanoglî, bi lêv kir ku sedema qeyrana Aborî desthilata AKP-MHP'ê ne û wiha got: "Dema ku mirov malekê de bijî û di vê malê de qeyranek hebe sedemê wî kê ye? Ew kese ku malê bi rê ve dibe. Esas sedemê vê qeyranê desthilata siyasî û rêvebirên dewletê ne. Em nikarin xwe bi rê ve bibin. Karmend êdî nikarin hilberînin, ji ber vê nikarin firotinê bikin. Xerckirin tune ye. Dema ku em bi xesarê tiştan difiroşin. Ji bo ku ez bikaribim mala xwe bi rê ve bibim, divê kîloya hesinê min bi 10 lîreyan kiriye bi  xesarê bi 8 lîreyan bidim."    BANDORA ŞER A LI SER KRÎZÊ    Agacanoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê pereyê ji bo şer tê xerckirin heke ji bo gel bê xerckirin wê rewşa her tiştî baş bibe û wiha pê de çû: "Li vî welatî heke aştiyeke mayînde pêk were wê her pisgirêk ji sedî sed çareser bibe. Pêwistiyên hemû welatiyên vê axê bi aştiyê heye. Ji aştiyê pêştir tu çareya me nîne. Ji berê ve kesên di şer de bi ser neketine. Serkeftina şer tuneye. Aliyên şer gelek tiştan winda dikin."   KARE WAN SEKINIYE    Karmend Abdulbakî Ozatak jî da zanîn ku du sal in hemû karmendên Pîşesaziya Colemêrgê rawestayîne û ev tişt anî ziman: "Êdî kar jî tuneye em bikin. Berê me tona sac bi 3 banknotan dikirî niha bûye 20 milyar. Her tişt 3 û 4 qat biha bûye. Em nikarin aîdatên ewlekariyê jî bidin. Dema kar tunebe em ê li ku pere bînin û kar bikin. Perê ewlekar deynên aliyekê ez nikarim heqê xebatkarê xwe jî bidim. Par û pêrar me mîtroya pvc'ê bi 35 lîreyan çêdikir, îsal bi 140 lîreyan çêdikin. Mîtroya camê me sala borî bi 50 lîreyan çêdikir lê niha bi 650 lîreyan çêdikin. Her tişt 4 û 5 qat biha bûye. Wê gel bi vî awayî çava pêdiviyên xwe bi cîh bîne.”   6 XEBATKAR JI KAR DERXISTIYE   Ozatak, bi lêv kir ku ji ber kar nakin nikarin heqdesta xebatkarên xwe jî bidin û wiha bi dawî kir: "Dema serê mehê tê, em diçin ji hevalên xwe deyn digirin ku heqê karkeran bidin. Min ji ber tunebûnê 6 xebatkarên xwe ji kar derxistine û tenê yek hiştiye. Ez heqdesta xebatkarê xwe jî bi zorê didim. Heya ku ev kesên me bi rê ve be dibin neyên guhertin an jî çareseriyek neyê dîtin em ê tim di vî halî de bin. Ev şer ê ku niha li Tirkiyeyê didome, xwîna tê rijandin û kuştin raweste wê her tişt çareser bibe."   MA / Mazlûm Engîndenîz