Dolar bilind bû 2022-09-26 10:55:00   ENQERE - Bi destpêkirina hefteyê re dolar bilind bû û derket 18,45 TL’an.    Lîreyê tirkan li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe. Li gorî vê yekê; di 16’ê îlona 2022’yan de her dolareke amerîkî 18,26 lîreyên tirkan bû lê û di 26’ê îlona 2022’yan de her dolarekî Amerîkî bû 18,45 lîreyên tirkan.    JI SEDÎ 108 BIQÎMET BÛ   Di vê navberê de di 26’ê îlona 2021’an de her dolarekî Amerîkî 8,86 lîreyên tirkan digirt. Bi vê yekê re di nava salekê de dolarê amerîkî li hemberî lîreyê tirkan ji sedî 108 biqîmettir bû.