ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê 2024-01-03 10:09:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ENAG’ê; enflasyona sala 2023’yan derket ji sedî 127,21’ê.    Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji hêla akademîsyen û aborînasan ve hatiye avakirin, daneyên enflasyona meha kanûnê û ya salane parve kir. Li gorî ENAG’ê; Endeksa Bihayê Mezêxer (E-TUFE) di meha kanûnê de ji sedî 4,12 zêde bû. Her wiha hat destnîşankirin ku E-TUFE di sala 2023’yan de jî derket ji sedî 127,21’ê.