Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû 2024-01-03 10:52:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo mûçeyên memûr û teqawidên memûrtiyê ji sedî 49.25 zem hate kirin.     Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyona meha kanûnê parve kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê; enflasyona meha kanûnê ji sedî 2,93 zêde bû û wek salane jî enflasyona bû ji sedî 64,77.    Li gel diyarbûna daneyên enflasyona meha kanûnê, zema memûr û memûrên teqawid jî diyar bû.    Ji bo mûçeyên memûr û taqawidên memûriyê ji sedî 49.25 zem hate kirin.    Teqawidên SSK’ê BAGKÛR û kedkarên çandiniyê jî dê ji sedî 37,57 zemê bistînin.