Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin 2025-11-05 14:15:23   AMED - Li navçeya Peyasê karkerên li şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê dixebitin, ji ber ku 3 meh in meaşê xwe nestendine, li banê înşeatê çalakî li dar xistin.    Li navçeya Peyas a Amedê karkerên şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê ji ber ku 3 meh in meaşê xwe nestendine derketin ser banê înşeatê û gotin ku ew ê întihar bikin.    Nehat hiştin rojnamevan biçin cihê bûyerê. Çalakiya rojnamevanan didome.