ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 54.14 2026-03-03 10:06:50 ENQERE - Li gorî daneyên ENAG’ê, enflasyon di meha Sibatê de ji sedî 4.01 zêde bû. ENAG’ê, enflasyona salane bûye ji sedî 54.1.    Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG), daneyên enflasyonê yên Sibata 2026’an aşkera kir. ENAG’ê, da zanîn ku enflasyona meha Sibatê li gorî mehek berê ji sedî 4.01 zêde bûye. ENAG’ê, enflasyona salane jî weke ji sedî 54.14 hesab kir.    Li gorî ENAG’ê, enflasyon di meha Çileyê de ji sedî 6.32 zêde bûbû û rêjeya zêdebûnê ya 12 mehan jî weke ji sedî 53.42 hatibû hesabkirin.