Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe

img

STENBOL - Welatiyên ku li Stenbolê dijîn diyar kirin ku ji ber qeyrana aboriyê nikarin debara xwe bikin, berpirsyarê vê rewşa nebaş desthilat e û banga îstîfayê li hikumetê kirin. 

Bi qeyrana aborî ya li her Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe ji malzemeyên jiyanî yên bingehîn, sotemenî û hwd. re zam tên. Welatî li dijî bênirxbûna pereyê Tirkiyeyê ya li hemberî pereyê biyaniyan êdî nikarin tiştekî bistînin. Welatî ji ber zamên zêde û bihayên bilind gelek caran ji market û bazaran dest vala dizivirin. Welatiyên li Tarlabaşi û Bakirkoyê ku diyar kirin ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê yên xelet qeyrana aboriyê kûrtir bûye. Welatiyan bang li hikumetê kir ku îstîfa bike û banga hilbijartina pêşwext kirin. 
 
Şefîk Vûral ê em li Tarlabaşiyê pê re axivîn diyar kir ku qeyrana aboriyê bandoreke zêde li wan kiriye û wiha got: “Bi rabûna dolar hema bêje ji her tiştî re zam hat. Di vê pêvajoya ku qeyrana aboriyê her ku diçe kûr dibe de êdî em nikarin tiştekî bistînin. Em biçin hilbijartinê wê gelek baş bibe. Erdogan li dijî herkesê derdikeve. Budçeya ku ji gel re veqetîne ji şer re vediqetîne. Mirov dadikevin kolanan û dibêjin em nikarin debara xwe bikin, polîs wan binçav dikin. Dixwazin tirsekê bidin avakirin. Bila mirov rabin ser piya û hilbijartina pêşwext bixwazin. Em dixwazin ku ev desthilat demildest biçe.”
 
BANGA HILBIJARTINÊ 
 
Cevdet Yilmaz jî bi lêv kir ku rewşa aboriyê xedar e, li Tirkiyeyê aborî nemaye û wiha got: “Divê mirov rabin ser piya û hilbijartina pêşwext bixwazin. Li Tirkiyeyê mafên mirovan nemane. Mesele ez ditirsim ku vê hevpeyvînê jî bidim. Êdî mirov hatine vê astê. Em ji desthilatê ne razî ne. Heke hilbijartina pêşwext çêbibe dibe ku hinek baştir bibe. Bila ev desthilat were guhertin.”
 
ŞÛNA KU BIXWÎNE DIXEBITE
 
Yakûp Canbay ê li dikaneke telefonê dixebite û hewl dide debara xwe bike, parve kir ku ew li Esenyûrtê dijî û neçar maye ku bê Tarlabaşi bixebite. Canbay, diyar kir ku firotina li cihê kar ê lê dixebite nebaş e û wiha axivî: “Ez ji vir derkevim nizanim ez ê çawa debara xwe bikim. Weke ciwanekî şûna ku ez bixwînim niha dixebitim. Heta lîseyê min xwend û pişt re mecbûr mam bixebitim. Malbata min ji aliyê aboriyê ve pirsgirêk dijîn, diviya bû min piştgiriya wan kiribûya.”
 
DIVÊ ÊDÎ DESTHILAT BIÇE
 
Canbay, destnîşan kir ku divê êdî desthilat were guhertin û wiha got: “Êdî herkes hilbijartina pêşwext dixwaze, em jî weke nifşê ciwan dixwazin. Ji ber ku êdî pêşerojekê em nabînin. Ez tenê dikarim îro bifikirim. Nikarim derbarê sibê de tiştekê bifikirim. Em çi bikin jî vala derdikeve. Ciwan 4 salan dibistanê dixwînin lê keda wan vala derdikeve. Ev 19 sal in ev desthilat welat bi rê ve dibe. Bila êdî berd e.”
 
BI MÛÇEYA KÊMANE NIKARIN DEBARA XWE BIKIN
 
Cevriye Karaç jî dazanîn ku ji ber hevjînê wê nexweş e mecbûre ku bixebite û bi lêv kir ku bi mûçeya kêmane dixebite û nikare debara xwe bike. Karaç, bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê yên desthilatê dan û wiha axivî: “Ez bi mûçeya kêmane dixebitim. Hevjînê min nexweş e û zarokên min hene. Em bi mûçeya kêmane ya 2 hezar û 825 lîre çawa debara xwe bikin. Mûçeya Kêmane bibe 4 hezar lîre jî ez ê zehmetiyê bikişînim. Bila rayedarên dewletê ji nav 2 hezar 825 lîre dahatên kirê, ceyran, av, danûstandina marketê û gaza xwezayî jê derxînin pişt re dikarin debara xwe bikin em ê bibînin. Ji xwe em di zivistanê de ne nikarin gaza xwezayî vekin jî. Her roj ji tiştekî re zam tê. Dema em diçin markete nikarin bi 100 lîreyî kîloyeke rûn û deterjanê bistînin. Tiştekî taştê heta 200 lîreyî ye. Heke hûn vê bi mehekê hesab bikin dike 800 lîre. Heke bi vî awayî be ji xwe em nikarin debara xwe bikin.”
 
BANGA HILBIJARTINA PÊŞWEXT
 
Karaç, polîtîkayên aboriyê yên desthilatê rexne kirin û wiha got: “Desthilat ketiye pey rantê û her tiştî weke baş e nîşan dide. Ez ji pêşeroja zarokên xwe bifikarim, ez dixebitim jî nikarim debara xwe bikim. Nikarim ji zarokên xwe re tiştan bistînim. Em ber bi nebaşiyê ve diçin. Heke hilbijartina pêşwext çêbibe wê gelek tişt werin guhertin.”
 
‘HER ROJ EM BI ZAMAN HIŞYAR DIBIN’
 
 
Emîne Kir a li navçeya Bakirkoyê me mikrofon dirêjî wê kir jî bi lêv kir ku di sektora înşaetê de dixebite û qeyrana aborî bandoreke mezin li wan kiriye. Kir, destnîşan kir ku her bi zamên nû hişyar dibin û wiha got: “Zehmet e ku em pêşve biçin, em bê hêvî ne. Ez ji bo nifşê nû xemgîn im. Êdî em hilbijartina pêşwext dixwazin.”
 
‘NE RÊVEBERIYA TEKANE RÊVEBERIYA GEL’
 
Ûfûk Topaloglû jî diyar kir ku ne rêveberiyeke tekane reveberiyeke bi gel re be dixwazin û wiha axivî: “Mûçeyê em digirin têra nake. Zarokên min nexweşê astimê ne û em nikarin rast û dirûst dermanan bistînin. Ji her tiştî re zam hatiye em nikarin tiştekî bistînin. Ez heftane 750 lîre digirim. Ez bi vî pereyi kirêya xwe bidim, pêdiviyên xwe bistînim? Em diçin bazarê bêyî ku em tiştekî bistînin em vedigerin. Dolar û zêr her ku diçe bilind dibe. Em nikarin debara xwe bikiln. Kesên tên rêveberiyê bila alikariya civakê bikin. Divê bi civakê re tevbigere. Divê ji niha şunde civak kesê ku dihilbijêre baş hilbijêre.”