Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye

img
AMED - Li Amedê barkêşan diyar kir ku 10-15 roj in sifteh nekirine û fiyetê sotemeniyê kiriye ku nikarin bilebitin. Barkêş Lamî Kaya got: "Fiyetê mazotê dest û pêyên me girêdane. Par van çaxan 40 erebe di ber kar re nedigiahştin, lê niha 12 roj in min serfetih nekiriye." 
 
Ji derdorên para xwe ji krîza aborî girtine yek jê jî barkêş in. Li Amedê barkêşan li Deriyê Rihayê destnîşan kirin ku nêzî du hefteyan e hema bibêje sifteh nekirine û gotin, fiyetê sotemeniyê dest û pêyên wan girêdane.
 
Barkêş Metîn Kaya ku malbata wî di salên 90'an de ji ber zextên dewletê û ferzkirina cerdevaniyê ji gundê Kurederê yê navçeya Sûr a Amedê koç kiriye hatiye navenda Amedê û ji bo debara xwe bikin gelek ferdên malbatê dest bi barkêşiyê kirine, got: “Piştî em hatin Amedê, em li Hala Zerzewat û Fêkiyan Amedê xebitîn. Paşê me ji bo barkêşiyê pîqab stend. Niha li vir 50-60 pîqabên barkêşiyê hene. Berê sotemenî erzan bû û aborî baş bû. Erzanî jî hebû û meriv dikaribû debara xwe bikere, lê niha ne wisa ye. Niha lîtreya mazotê bûye 30 lîre." 
 
'WISA BIÇE EM Ê DEST JÊ BERDIN'
 
Kaya anî ziman ku mişterî tên dixwazin barê wan bi fiyetê berê bê barkirin û got: "Em û mişteriyan ji ber vê dikevin qirika hev du. Cihê me berê bi 100 lîreyî abr dibirê, niha em bi 600 lîreyîd ibin. Ev jî zêdeyî quweta mişteriyan e. Em ketien rewşeke wiha ku wer xuyaye em ê di dawiyê de qontaxê bigirin û dets ji vî karî berdin. Jixwe piştî vê saetê em nikarin karekî din jî bikin." 
 
‘SED LÎRE BÛYE 10 LÎRE’
 
Kaya bal kişand ser bihabûna parçeyên wesayîtan, heqê sîgorte û muayeneya wesayîtê jî û got: "Rûnê erebeyê berê bi 150 lîreyî bû, lê niha bûye 500 lîre. Ez duh çûm min parçeyek erebeyê guherand. Perçe berê bi 300-400 lîreyî bû, lê niha bûye 2 hezar lîre. Sîgorteya erebeyê berê 500 lîre bû, lê niha bûye 2 hezar lîre. Bandrol berê bi 250-300 lîreyî bû lê niha bûye hezar lîre. Berê serê salê tenê hinekî biha dibû, lê niha malzemeyên wesayîtê hefteyê carekê biha dibin."
 
Kaya destnîşan kir ku berê gava 100 lîre qezenc bikirana dikaribûn pê debara xwe bikirana û got: "Lê niha 100 lîre bûye 10 lîre." 
 
WESAYÎTÊN XWE DIFIROŞIN
 
Bavê 7 zarokan Îrfan Kaya nêzî 30 sal in vî karî dike bi lêv kir ku di salên 90’î de ji ber ku cerdevantî qebûl nekirine ji bêgavî ji gund derketine û hatine Amedê û got: "Wexta em hatin Amedê bavê me, mezinên me bi kaşkaşkan barkêşî dikirin. Niha em jî karê barkeşiyê dikin. Lê ji ber rewşa aboriyê nêzî 30 hevalên me wesayîtên xwe firotin. Niha gava em fiyet ji mişterî re dibêjin, hem derûniya wan hem jî ya me xirab dibe. Yanîf iyetê em dibêjin zêdeyî quweta wan e û fiyetê ku ew dibêjin jî me xelas nake. Em nizanin em ê çi bikin."
 
Kaya anî ziman ku kesên bûne sedema vê rewşê bila xwe têxin şûna wan û got: "Ew nizanin bê ka em çawa debara xwe dikin." 
 
Barkêş Mûsa Kaya jî diyar kir ku krîzê û fiyetê sotemeniyê ew ji hal xistine û ji ber vê nikarin xwe bilebitînin jî. Kaya da zanîn ku hin barkêş hene 10-15 roj in sifteh nekirine û got: "Gava mişteriyek, hevalek û nasek tê vira em fedî dikin fiyet bibêjin. Bi rastî jî ji ber fiyetan em û mişteriyan tev de perîşan bûne."
 
Barkêş Kaya bilêv kir ku berê rojê 3-4 sefer dikirin lê niha bi zorê seferekê dikin û got: "Cihê ku berê em bi 50 lîreyî diçûnê, niha bûye 200-250 lîre. Gava em malekê bibin Stenbolê, fiyet 20 hezar e. Ev zêdeyî quweta mişteriyan e. Du sal in rewş pri xirab bûye. Em nizanin em ê çi bikin. 2 lîre ji fiyetê sotemeniyê daxistin lê 10 rojê din wê 10 lîreyan lê zêde bikin. Em qontaxê bigirin ceza li me dibirin. Em nikarint itşekî jî bikin." 
 
‘HER TIŞTÊ WAN DELEWÊRE YE'
 
Lamî Kaya jî destnîşan kir ku ji ber fiyetê mazotê hema bibêje karê wan nemaye û got: "Em ji sibê heta êvarê li qehwexaneyê rûdinên. Berê gava 500 lîre bi dets me biketa nîvî ji me re dibam, lê îro hezar lîre bi dest me bikeve ancax 50 lîre ji me re dimîne. Fiyetê mazotê dest û pêyên me girêdane. Par van çaxan 40 erebe di ber kar re nedigiahştin, lê niha 12 roj in min serfetih nekiriye. Piraniya hevalê me erebeyên xwe firotine. Hin hevalên me jî erebeyên xwe dane ber firotinê û li bendê ne erebeyên wan bên firotin. 
 
Kaya di dawiyê de got: "Qey rêvebirê vî welatî halê me nabîne? Her tiştê wan delewêre ye. Dawiya dawî dê biteqe!"