Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike

img

MÊRDÎN - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê,  polîsên ku rêveberiya qeyûm wan kiriye serokên daîreyan îstifakirinê li karkerên şaredariyê yên endamên DÎSK Genel Îş’ê ferz dikin. 

Li  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, karkerên endamên Hîzmet Îş'ê ya girêdayî Hak-Îş'ê beriya demekê ji ber ku sendîkaya wan mafê wan napêrêze jê îstifa kirin û derbasî Genel-Îş a girêdayî DÎSK'ê bûn. Genel Îş ku ji tayînkirina qeyûman ve hejmara endamên wê daketibû 13 karkeran di nav 4 mehan de derketiye hezar û 200 karkerî. Di meha tebaxê de wê di navbera rayedarên sendîka û şaredariyê de Peymana Komkarî bê kirin. Beriya vê pêvajoyê ji aliyê polîsên ku rêveberiya qeyûm wan kiriye serokên daîreyan ve gef li karkeran tê xwarin û îstifakirin li wan tê ferzkirin. 
 
BUROKRATÊN POLÎS JI BO GUHERTINA SENDÎKAYÊ GEF LI KARKERAN DIXWIN
 
Karkeran, diyar kir ku Serokê Daîreya Ragihandinê polîs Ertan Taşdemîr û Midurê Nivîsgeha Taybet polîs Cûmalî Vanli gef li wan dixwin û ji wan dixwazin ku ji DÎSK'ê îstifa bikin û derbasî Hak-Îş'ê bibin û ev tişt gotin: "Gefa derxistina kar li me dixwin. Yek bi yek gazî karkeran dikin û wan dibine odeyên xwe û dibêjin ku heke em îstifa nekin wê hi me re hincetan bibînin û me ji kar derbixin. Gotin ku heke em îstifa nekin jî wê bi DÎSK'ê re rûnenin. Hin hevalên me ji ber vê îstifa kirin û derbasî sendîkayên din bûn."
 
Serokê Şaxa DÎSK Genel-Îş'ê ya Mêrdînê Rahmî Guneş jî daxuyaniyên karkeran piştrast kir û da zanîn ku bi gefê dixwazin endamê wan îstifa bikin. Guneş, bang li rayedarên şaredariyê kir ku dev ji gefên xwe berdin.