Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da

img
ŞIRNEX - Hate diyarkirin ku di qezaya li kana madenê ya Şirnexê pêk hatiye de karkerekî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Hate diyarkirin ku karkerê bi navê Hakîm Ercan ê 21 salî ku li gundê Kironê yê Şirnexê di kaneke madenê ya taybet de operatoriya ekskavator a karê kolanê dikir, di qezaya dema xebatê pêk hat de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ercan ji bo karûbarên otoposiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.