10 karker û rojnameger Kuray hatin binçavkirin

img

STENBOL - Deh karkerên ku ji bo wergirtina mafên xwe li Şantiyeya Navenda Fînansê ya girêdayî YDA Group’ê ya li navçeya Ataşehîrê li ber xwe didan, hatin binçavkirin. Her wiha rojnameger Zeynep Kuray dema çalakî dişopand hate binçavkirin. 

 
Karkerên înşaetê yên li Şantiyeya Navenda Fînansê ya YDA Group’ê dixebitîn, ji bo bidestxistina mafên xwe ev 3 roj in li ber xwe didin. Çalakî îro li pêşiya ofîsa YDA Group’ê berdewam kir. Karker li ser rêya E-5’ê heta ofîsa YDA Group’ê bi dirûşmên “Karkerên înşaetê bi tenê nînin” û “Me keştî şewitandin êdî veger tune ne” meşiyan. 
 
Karker, li pêşiya ofîsa YDA’yê ji hêla hêzên ewlekariya taybet ve hatin derbkirin. Piştre jî polîsên hatin cihê çalakiyê û karker dorpêç kirin. Di navbera polîsên ku dixwestin karkeran binçav bikin û karkeran de rageşî derket. Karker ketin bin milê hev û dirûşm berz kirin. Piştre jî polîsan nûnerê sendîkayê jî di nav de 10 kes ji pişt ve kelemçe kirin û binçav kirin. 
 
Di heman demê de polîsan rojnamegerên ku çalakî dişopandin jî derb kirin da ku nekarin dîmenan bigirin. Rojnameger Zeynep Kuray dema çalakî dişopand hate binçavkirin.