TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin

img
AMED - TUM BEL-SEN’a Amedê tayînkirina qeyûman şermezar kir û got: “Em qeyûmên ku îradeya gel desteser dikin, naxwazin.” 
 
Sendîkaya KEDKARÊN Xizmetên Hemû Şaredariyan û Rêveberiyên Xwecihî (TUM BEL-SEN) a Şaxa Amedê bi wesîleya qeyûmên tayînî ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’ê hatin kirin, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya sendîkayê pêk hat û endam û rêveberên wê tev li bûn. Sekreterê TUM BEL-SEN’a Amedê Umît Ay daxuyanî da û diyar kir ku îktidarê hewldana darbeya 2016’an ji xwe re veguherand firsetê û bi sedhezaran karmend bi Biryarên di Hukmê Qanûnê de ji kar hatin derxistin û îxrackirin. Ay bi bîr xist ku piştî hewldana darbeye qeyûm danîn ser şaredariyên HDP’ê û xebatkarên şaredariyan jî bûne hedefa qeyûman û bi sedan karker û karmend ji kar hatin dûrkirin û derxistin. 
 
‘BUROKRAT NAXEBITIN JÎ Û MEAŞÊ XWE JÎ DIGIRIN’ 
 
Ay da zanîn ku li şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de burokratên anîne ser wezîfeya payebilind bi sepanên antidemokratik hem kedkaran hem jî gelê herêmê kirine hedef û kadroyên rêveber ên qeyûman li dijî xebatkarên jin bi tacîza devkî re rûbirû dimînin û sepanên cidî yên mobbîng danîne ser xebatkaran. Ay destnîşan kir ku gelek burokratên ji aliyê qeyûmê Amedê ve xistine kar Ayhan Kardan, Alî Yucel, Necîp Şeyban û gelekên din tevî ji aliyê qeyûm ve ji wezîfeyê hatine girtin jî lê hê jî naçin kar û meaşên xwe digirin. 
 
‘EM VÊ ZÎHNIYETÊ QEBÛL NAKIN’ 
 
Ay destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman polîtîk e û qeyûman bi sedan xebatkarên şaredariyên HDP’ê mexdûr kirine û got: “Bi taybetî ev sepanên antidemokratik û dijhiqûqî liherêmê qirkirina çandê pêk tînin. Em qeyûmên ku vîna gel deseteser kirine û bi sedan kedkar îxrac kirine qebûl nakin. Her wiha sendîka, rêxistinên sivîl û gel zîhniyeta qeyûm qebûl nake.”