Betalî dibe sedema 'mirinê'

img
WAN - Pisporê Ewlehiya Kar Kadrî Salaz anî ziman ku kesên ji bêgavî ji bo kar diçin bajarên mezin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Salaz, diyar kir ku mirov dikare pêşî li ber van cînayetan bigire û wiha got: "Em ji ber bêtevdîriyê dimirin."
 
Li gorî Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ji 5 bajarên herî xizan yek jê jî Wan e. Her wiha Wan yek ji wan bajarên ku herî zêde mirov jê koç dikin. Her sal bi hezaran kes ji ber betalî û xizaniyê berê xwe didin bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bodrûm û bajarên herêma Çûkûrovayê. Kesên ku bi hêviya karekî peyda bikin berê xwe didin van bajaran, di karên xetere yên wekî înşeat û pîşesaziyê de dixebitin. Ji ber ku di van karan de baş tevdîr nayên girtin karker jiyana xwe ji dest didin. Tê diyarkirin ku di saleke dawî de ji kesên ku ji bo kar berê xwe dane van bajaran herî kêm 15 jê jiyana xwe ji dest dane. 
 
CÎNAYETÊN KAR
 
Li Enqereyê Fevzî Yanar; li Stenbolê Mûzaffer Temûr (32), Alî Koç (15), Yilmaz Seven û Maşallah Oksuz; li Bodruma Mûglayê Salih Dûrmaz (30); li Konyayê Ûfûk Karagulle (22) û Nahît Sargût; li Altinordûya Ordûyê Recep Çelîk (33); li Antalyayê Omer Yildiz (23); li Edeneyê Hekîm Gulalanî; li Îzmîrê Yûsûf Çevîk (19) li ser înşeatan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Ahmet Çolaker (21) jî li Manîsayê li pîşesaziyê di bin hezanê de maye, Omer Dûrar (35) li Iraqê ji ser înşeatê ketiye û Adem Esen (19) jî li Enqereyê ketiye ber makîneya keviran û jiyana xwe ji dest daye. 
 
SEDEMÊN ABORΠ
 
Pisporê Tenduristî û Ewlehiya Kar Kadrî Salaz têkildarî koçberiyê û sedemên wê de axivî. Salaz anî ziman ku ciwan ji ber betalî û serdemên aboriyê ji bêgavî li bajarên cuda bi erzanî dixebitin û wiha got: "Hem ji ber perwerdehiyeke kêm hem jî ji ber kêmbûna derfetên xwegihandina kar û nên mirov ji bêgavî koç dikin. Ev mirov, ji bêgavî di karên bi xetere yên bêtevdîr de dixebitin. Ji bo heqdesta rojekê di karên şert û mercên wan xirab de dixebitin. Ji lew re wekî din tu alternatîfeke wan tune ye." 
 
'KARMEND TEVDÎRAN NAGIRIN'
 
Salaz destnîşan kir ku ciwanên ji bêgavî koç dikin ji ber di şertên xirab de dixebitin û tevdîr nayên girtin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin û wiha domand: "Ma we qet dîtiye karmendek ji ser înşeatê ketiye? Na, me nedîtiye. Zarok hene ji bêgavî diçin ser îskeleyên ku mirov bi darê zorê jî naçe ser wan. Karmend dibêjin 'mesref e' û tevdîran nagirin. Em di warê tevdîran de karmendan serwext dikin, lê nagirin. Piraniya karmendan ji ber mesrefan van tiştan ji nedîtî ve tên. Dersê ji mirina karkeran nagirin, ji lew re li şûna karkerên dimirin zarokine din hene." 
 
Salaz da zanîn ku gava karmend tevdîran negire, berpirsê mirina karkeran ew e. 
 
'BÊTEVDÎRÎ DIKUJE'
 
Di berdewamê de Salaz ragihandin ku ji xeynî înşeatan herî zêde qeza li madenan çêdibin û axaftina xwe wiha qedand: "Divê hemû maden bên girtin. Heqê ku em bidin gazê ji jiyana karkerên ku di madenan de dimirin ne bihatir e. Li Somayê 301 karker di rojekê de binax bûn. Heman tişt meha borî li Bartinê jî rû da. Êdî em ji van re nabêjin qeza. Qeza bi awayekî sedemnediyar çêdibin. Lê ev li gel hemû hişyariyan çêdibin. Ev divê bi awayekî herî giran bên cezakirin. Lê bi piranî edalet tecellî nake. Li Almanyayê ji Tirkiyeyê bêtir maden hene, komir tê hilberandin. Lê bi salan e kes nemiriye. Em ji ber bêtevdîriyê dimirin. Zarokên me ji ber bêtevdîriyê dimirin." 
 
MA / Berîvan Kûtlû