KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe

img
AMED - KESK’ê têkildarî budçeyê daxwazên xwe eşkere kir û dê di 17’ê kanûnê de mitînga “Ne hilbijartin, em budçeyê dixwazin” li dar bixe. 
 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin! Ne Hilbijartin Em Budçeya Debarê Dixwazin” di 17’ê kanûnê de li Enqereyê mitîng li dar bixe. Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya KESK’ê û Platforma Şaxan a KESK’a Amedê têkildarî mitîngê li ber avahiya Daîreya Bacê ya Amedê daxuyanî da. Gelek endamên sendîkayan beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşm berz kirin û pankart vekirin. Endamê MYK’a KESK’ê Varol Oztorûn axivî û ji bo ew xwedî li keda xwe derkevin û dikaribin debara xwe bikin û ew ê mitîng li dar bixin. 
 
Oztorûn xwest zemên hatine kirin paşde bên kişandin û daxwazên KESK’ê rêz kir.