HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be

img
STENBOL – Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Ked û Civakî Cemalettîn Yuksel da zanîn ku ji bo kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL dê bi ser navê “Bila kêmtirîn mûçe di asteke layiqî rûmeta mirovan de be” kampanyayê bidin destpêkirin. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Ked û Civakê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cemalettîn Yuksel têkildarî kampanyaya “Bila kêmtirîn mûçe di asteke layiqî rûmeta mirovan de be” li avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol got ku hevdîtinên kêmtirîn mûçeyan peymana komî ya herî mezin û wiha got: “Dema kêmtirîn mûçe tên diyarkirin, bandora xwe li hemû skalayên hedestan dike. Bi awayekî giştî tevahiya aboriyê jê bibandor dibe” 
 
BÊKARΠ
 
Yuksel ê HDP’î da zanîn ku desthilatdarî krîterên Makeqanûn û Rêziknameya Kêmtirîn Mûçeyê esas nagire û wiha domand: “Tevahiya barê krîza aborî xistine ser pişta karker û kedkaran. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide krîza aborî bi polîtîkaya şer û gotinên nîjadperest bide jibîrkirin. Di dîroka Tirkiyeyê de tu caran birçîtî, xizanî û bêedaletiya dahatê ewqas zêde nebûbû. Nêzî 25,5 milyon kes di sînorê birçîtiyê de û 51 milyon kes jî di bin sînorê xizantiyê de dijî.” 
 
KAMPANYAYA KÊMTIRÎN MÛÇEYÊ
 
Bi domdarî Yuksel diyar kir ku AKP bi rêya xizantiyê gel girêdayî xwe dike û wiha bi dawî kir: “Yek ji peywirên esasî yên dewletê sosyal, alîkariyên civakî ne lê AKP vê alîkariyê weke lûtfekê nîşan dide. Bi vê yekê hewl dide xizanan terbiye bike. Bi milyonan kes nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî pêşwazî bikin. Zêdetirî 10 milyon kedkar an di bin kêmtirîn nûçeyê de yan jî nêzî wê dixebitin. Ji bo kêmtirîn nûçe bê zêdekirin, ji bo mûçeyên teqawidan bên zêdekirin, ji bo mafê xwebirêxistinkirinê û peymana komî were qebûlkirin, dê têkoşîna partiya me bidome. Partiya me dê di navbera 1 û 10’ê kanûnê de bi ser navê ‘Bila kêmtirîn nûçe di asteke layiqî rûmeta mirovan de be’ û bi daxwaza ‘bila kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL’ kampanyayê bimeşîne.”