‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’

img
AMED - Hevseroka Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 1’an Emîne Akşahîn anî ziman ku divê ji bo welatî, xwendekar û kedkaran budçeya para wekhev bê dayîn. 
 
Li gorî daneyên sendîkayên ku di warê perwerdeyê de dixebitin, li Tirkiyeyê ji her çar xwendekaran yek birçî diçe dibistanê. Pêşnûmeya mûxalefetê ya ku daneyan gihandiye Desteya Plan û Budçeyê ya Meclisê ji bo zêdekirina budçeya ji bo taştê û firavînê ji xwendekaran re li dibistanên dewletê di muzakereyên budçeyê yên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de tê dayîn, bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin. Bûdçeya ku daxwazên jin, zarok û kedkaran nabîne, wê îro li Desteya Giştî ya Meclisê dest bi nîqaşan bê kirin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji bo daxwazên xwe yên budçeyê eşkere bikin bi dirûşma “Em nikarin debara web ikin! Em ne budçeya şer em budçeya debarê dixwazin” li Enqereyê di 17'ê kanûnê de mitîngeke mezin li dar dixe û amadekarî tên kirin. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Hêjmar 1 a Amedê Emîne Akşahîn, li ser budçeyê axivî.
 
‘XWENDEKAR BIRÇÎ Û WESTIYAYÎ NE’ 
 
Akşahîn diyar kir ku perwerde bi qutkirina xwendekaran di navbera çar dîwaran de, 80 deqeyan bi fermana leşkerî û bi disîplîn li hev dihêlin û wiha got: “Hema bêje hemû xwendekar 6-8 saetan li dibistanan derbas dikin. Li dibistanên ku perwerdehiya tam-dem heye, serê sibê bêtaştê diçin dibistanê. Me got 'Perwerde dê bêpere be'. Lê belê em dibînin ku dê û bavên ku nikarin heqê xwe bidin zarokên xwe ji otobusa dibistanê digirin. Bi sedan xwendekarên lîseyê neçar mabûn ku sala çûyî piştî zemkirina serwîsan dev ji serwîsan berdin û her sibe beriya dersê bi kîlometreyan bimeşin. Diviyabû bêyî taştê bixwin ilmên pozîtîf hîn bibin. Ne mimkûn e ku xwendekarekî birçî û westiyayî ji dersê fam bikin, guhdar bikin û sûd werbigirin.” 
 
‘DIVÊ DANEK XWARIN JI BO XWENDEKARAN BÊ DAYÎN’ 
 
Akşahîn bi bîr xist ku mafê her zarokekî yê xwedîkirina bi tendurist û perwerdehiya bêpere heye û wiha got: “Dewlet ne tenê ji perwerdehiya bêpere ya li dibistanê berpirsyar e, ev xwendekar piştî ku ji malê derdikevin berpirsyariya me ne. Ev rewş ji bo xwarin, tenduristî, ewlekariya wan û heta ku ew tê malê ye. Divê ku danek ji bo xwendekaran xwarin bê dayîn. Divê dewlet li dibistanan xwarineke bêpere, saxlem û hevseng bide.”
 
‘BUDÇE NE JI ŞER RE, DIVÊ JI BO WELATIYAN BÊ XERCKIRIN’ 
 
Akşahîn destnîşan kir ku divê dabeşkirina budçeyê bi awayekî wekhev bê parvekirin û got: “Em dixwazin bûdçeya welêt ji bo perwerde, tenduristî, zarok, ciwan û gel bê veqetandin. Em nikarin budçeya welêt ji bo alîgirên hikûmetê, operasyon, şer, stûnên beton û rêyan veqetînin. Em hewl didin ku bûdçe bi awayekî adilane ji welatiyan re were veqetandin.”