TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir

img
STENBOL - TUÎK’ê ragihand ku enflasyona meha mijdarê bûye ji sedî 84,39. Koma Lêkolînê ya Enflasyonê jî ragihand ku rêjeya enflasyonê ya salane ji sedî 170 ye. 
 
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK), bihayên mezaxtinê yên têkildarî meha mijdarê aşkere kirin. Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha mijdarê bûye ji sedî 84,39. Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAGRUP) jî bi daneyên îro aşkere kirin, ragihand ku rêjeya enflasyonê ya salane ji sedî 170 ye. 
 
TUÎK’ê enflasyona meha cotmehê weke ji sedî 85,51, ENAG’ê jî ji sedî 185 hesab kiribû.