DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DÎSK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2023’yan de divê kêmtirîn mûçe bibe 13 hezar û 200 lîre. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) piştî eşkerekirina daneyên enflasyonê, diyar kir ku divê kêmtirîn mûçe di sala 2023’yan de 13 hezar û 200 lîre be. Di daxuyaniyê de Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû axivî û got ku divê kêmtirîn nûçe bi qasî heqdestê debarê be. Çerkezoglû, bi domdarî wiha got: “Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be.” s