Sewalkarî ji ber lêçûn û qedexeyan tune dibe

Parve bike:

DÊRSIM - Sewalkarên Pêrtagê gotin ji ber lêçûnan û qedexeyên zozanan êdî nikarin sewalkariyê bikin.

 
Li Dêrsimê sawalkarên ku bi salane karên debara xwe bi sewalkariyê dikin, diyar kirin ku ji ber qedexeyên zozanan û lêçûnên zêde êdî nikarin vî karî karî bikin. Di salên bihurî de ji ber qedexeyên zozanan hejmara pez gelekî kêm bûbû. Îsal jî hêj biryarekî têkildarî qedexeya zozanan nehatiye ragihandin û sewalkarên karibin derkevin 32 zozanan. Li gundê Derelî yê Pêrtagê welatiyên ku sewalkariyê dikin, diyar kirin ku divê desthilat di çarçoveya sewalkarî û çandiniyê de polîtîkayên nû biafirîne.  
 
Muslum Karakuş ê ku 50 sal in sewalkariyê dike, diyar kir ku sewalkarên di bin zextekî giran de ne û ev tişt got: “Nêzîkatiya dewletê ya li Dêrsimê diyar e. Ez ji salên 80’ê û vir ve sewalkariyê dikim. Bi çavê endamên rêxistinê li me dinêrî. Li zozanan di nava konann de em tevî zarokên xwe di bin bombabaranan de diman. Ev bûyer li hêrêmê li ser sewalkariyê zêde bandor kir. Di wê pêvajoyê de welatiyên nikarîbûn gubre biavêjin nav zeviyên xwe. Artêşê pirsgirêkd derdixist. Ji ber dengê bombeyên ji helikopter û balafiran diharin avêtin me nekarîbû li zozanan bimînin. Di wê pêvajoyê de gelek kesan sewalkarî û zozan terikandin.”
 
‘KONTROL TUNE’ 
 
Karakuş anî ziman ku ji ber lêçûnan, yekdestiya bazirganan û pirsgirêka şivanan roj bi roj karê wan zehmet dibe û wiha pê de çû: “Bazirganan zozan kirin. Dewletê ji bo bazirganan rêya zozanan vekir. Berê me 500-600 sewal xwedî dikir niha em di qadekî biçûk de xwedî dikin. Bankaya Zîraatê krediyên piştgiriyê nade hilberînet. Divê Wezareta Çandiniyê were pirsgirêkan guhdarî bike û bibîne. Nexwe bi vî rengî dê sewalkarî bi temamî biqede.”
 
‘EM ZERAR DIKIN’
 
Huseyîn Çelîk (70) ku ev nîv qirn e karê sewalkariyê dike, diyar kir ku ji ber zerarê neçar maye ku dev ji sewalkariyê berde û ev tişt got: “Pirgirêka şivan û zozanan derkete holê. Çend salan me şandin, Erzirom, Qers û herêma Behra Reş. Lê têr nekir. Sala bihurî min hezar pez kirî, min zerar kir. Em diçin gundê xwe 2-3 mehan dimînin. Em nikarin li zozanan çandiniyê bikin. Lîtreya mazotê bûye 50-60 TL. Ji ber vê me dev ji cotkariyê jî berdaye.”
 
‘HÊZA ME TÊR NAKE’
 
Ozcan Karakuş ê ku ev 15 sal in sewalkariyê dike, anî ziman ku ji ber lêçûnan êdî nikarin debara xwe bike û wiha axivî: “Ev 15 sal in ez sewalkariyê dikim. 200 pezên min hene. Xwedîkirina wan ne hêsan e. Ka û êm pir biha ye. Tona kayê bûye 12 hezar, tona êm dora 20 hezarî ye. Hêza me têr nake lê em ji neçarî sewalên xwe xwedî dikin.” 
 
‘EM TUNE DIBIN’
 
Karakuş anî ziman ku êdî sewalkarî nade qezenckirin û wiha pê de çû: “Îro bihayê berxekî 12-14 lîre ye, wekî bihayê sala bihurî ye. Em dema diçin zozanan jî gelek pirsgirêkan dijîn. Em bi balhilgiran ve sewalan dibin, rê xirab in û mercên zozanan dijwar in. Berê me debara xwe bi sewalkariyê dikir êdî em tune dibin. Li vê herêmê derfeta karên din jî tune. Ji bo vê em karê sewalkariyê dikin. Li tevahiya Tirkiyeyê pişgiriya sewalkariyê bê dayîn dê baş bibe. Ji welatên derve sewalan tînin û sewalên me nayên firotin.”
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl     
 
Nûçeyên Têkildar
ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 54.14
ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 54.14

Li gorî daneyên ENAG’ê, enflasyon di meha Sibatê de ji sedî 4.01 zêde bû. ENAG’ê, enflasyona salane bûye ji sedî 54.1.

Li Geverê 998 kargeh hatine girtin
Li Geverê 998 kargeh hatine girtin

Serokê Odeya Pîşekar û Esnafan a Geverê Îrfan Sari diyar kir ku di çar salên dawî de li Geverê 998 kargeh hatine girtin û got: "Ev dîmen nîşan dide ku Tirkiye ne tenê ji hêla aborî ve, di heman demê de ji hêla civakî û siyasî ve jî têk diçe."