TUM BEL-SEN: Em li dijî tundiyê ne
STENBOL- Endamê TUM BEL-SEN'ê Eren Aktaş ku bertek nîşanî tundiya li xebatkarên cemaweriyê da got ku ew li dijî tundiyê li cem kedkarên cemaweriyê ne.
Şaxa Hejmar 2 a TUM BEL-SEN a Stenbolê, ji bo şermezarkirina tundiya li xebatkarên cameweriyê li ber Şaredariya Beşiktaş a Stenbolê bi dirûşmeya "Ji Tundiya li Kedkarên Cemaweriyê re Na!" daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmeya "Bêdeng nemine dê dor were te jî" hat berzkirin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Endamê TUM BEL-SEN'ê Eren Aktaş ve hat xwendin.
Aktaş diyar kir ku Midûrê Nivîsgehê Fatîh Mangal ê endamê TUM BEL-SEN'ê li Şaredariya e_Beşîktaşê bi tundiya fizîkî ya endamekî meclisa şaredariyê re rû bi rû maye û got: "Ev êriş tenê ne li endamê me Fatîh Mangal, êrişeke li xizmeta cemaweriyê, rûmeta kedê hatiye kirin. Êrişa li kedkarekî cemaweriyê bi tu awayî nayê qebûlkirin.",
Aktaş destnîşan kir ku ew li dijî tundiyê li cem kedkarên cemaweriyê ne.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû