Li Şirnexê cînayeta kar
NAVENDA NÛÇEYAN - Endazyarê înşaetê Mûrat Bektaş ku di înşaeta dibistaneke seretayî ya li Şirnexê de dixebitî, di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da.
Endezyarê înşaetê Mûrat Bektaş (32) ku li qada înşaetê ya Dibistana Seretayî ya Balverenê ya bajorekê Gundikê Melê ya Şirnexê dixebitî, dema kora biqasî 2 metreyan kûr a ji bo cihê valakirina avê hatibû kolandin dipîva, hezaz çêbû û di bin axê de ma. Bektaş ê ji hêla welatiyên li derdorê ve ji bin axê hate derxistin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Bektaş, tevî mudaxileyê jî jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî cînayeta kar lêpirsîn hate destpêkirin.