Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê 2022-03-19 09:20:23   AMED - Newrozên Amedê her tim bala raya giştî ya navneteweyî û ya neteweyî kişandine û bûne cihê peyamên girîng. Me wêneyên balkêş ên 20 Newrozên Amedê berhev kirin.    Newroza îsal bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Fînala dawî ya Newroza 2022'yan dê di 21'ê Amedê de li Amedê li Parka Newrozê ya li navçeya navendî Rezanê bê kirin. Ji bo pîrozbahiya mezin bi hefteyan e li bajêr bênavber xebat tên kirin. Pîrozbahî dê saet di 9'ê sibehê de dest pê bike û heya 5'ê êvarî bidome. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nav de nûnerên partiyên siyasî yên di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de dê biaxivin. Her wiha hunermend Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û Elenora jî dê derkevin ser dikê.    Tê payin ku di pîrozbahiyên îsal de azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî, perwredehiya bi zimanê zikmakî û rewşa girtiyên nexweş bên destnîşankirin.    Newrozên Amedê her tim bûne cihê girseyên mezin û peyamên girîng. Tevî hemû zext, çewisandin, astengî û qedexeyan jî agirê Newrozên wê her tim gur û geş bûne. Lewma hemû Newrozên wê di nav rûpelên dîrokê de bi tîpên mezin cihê xwe girtine.    Me wêneyên 20 Newrozên dawî yên Amedê ku raya giştî ya cîhanê ji nêz ve ew şopandine berhev kirin.    2002: MILYONEK KES LI QADÊ BÛN     Di 2002'yan de milyonek kes li qada Newrozê kom bû. Ev Newroz wekî Newroza herî qelebalix a ewil hat tomarkirin.    2003: QAD HEYA BER DEV TIJE BÛ     Di demeke ku girtina HADEP'ê dihat nîqaşkirin de Qada Fûarê tije bû. Lewma ji bajarên derdorê polîs û esker hatibûn veguhastin. Lê dîsa jî nêzî milyonek kes berê xwe dabû qada Newrozê.    2004: NEWROZ YEKÎTÎ YE     Bi dirûşmeya "Newroz yekîtî ye" bi sedhezaran mirov berê xwe dan qadan.    2005: HER DER NEWROZ E     Tenê ne li Qada Fûarê li her derî Newroz hat pîrozkirin.    2006: OCALAN VÎNA MIN E     Di sala 2006'an de bi milyonan kes bi dirûşmeya "Hê jî ji bo aştiyê şansek heye" berê xwe dan qadan. Di Newroza vê salê de pirsa "Hûn Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dikin?" hat pirsîn û her kesî bi yek dengî got "Belê".    2007: QADA FÛARÊ TÊR NEKIR     Di sala 2007'an de Qada Fûarê êdî têra pîrozbahiyên Newrozê nekir. Lewma êdî Newroz li Parka Newrozê hat pîrozkirin. Di Newroza vê salê de peyama "Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye" hat destnîşankirin.   2008: ÊDÎ BES E     Bi sedhezaran kes berê xwe dan qadên Newrozê û bi yek dengî gotin "Êdî bes e" û bal kişandin ser "Konfederalîzma Demokratîk".    2009: DI QASEYA QAMYONÊ DE NEWROZ     Sînevîzyona Ocalan a ji nirxanidnên wî yên salên 90'an pêkhatî hat pêşandan. Mirov di hundirên qaseyên qamyonan de berê xwe dan qadên Newrozê.    2010: MIROV BÛN LEHÎ Û BER BI QADA NEWROZÊ VE HERIKÎN     Milyon û nîvek mirov tevli pîrozbahiyê b»n. Newroza îsal bi dirûşmeya "Rêbertiya azad, nasnameya azad, xweseriya demokratîk" hat pîrozkirin û nirxandinên Ocalan ên derbarê Newrozê de hating uhdarkirin.    2011: MUDAXILE KIRIN LÊ GEL JI YA XWE DANEKET     Di Newroza vê salê de polîsan mudaxileyî girseyê kir. Lê dîsa jî li bajêr û navçeyên wê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.    2012: BARIYER HATIN QULABTIN     Di sala 2012'an de Newroz hat qedexekirin. Lê zêdetirî milyonek kes ji çar milan ve berê xwe da Qada Newrozê.    2013: MANÎFESTOYA OCALAN     Di Newroza 2013'an de manîfestoya Ocalan olan da li qada Newrozê. Ev Newroz, bû Newroza herî bihişmet. Serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kir.    2014: ELEQEYA CÎHANÊ     Newroza 2014'an jî bi heman coşê hat pîrozkirin. Raya giştî ya navneteweyî bi baldan Newroza vê salê şopand. Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat wxendin.    2015: BANGAWAZIYA DÎROKÎ     Di sala 2015'an de daxwaza "Azadî ji bo Ocalan" berbiçav bû. Bi milyonan kes bi yek dengî gotin "Azadî ji bo Ocalan."    2016: SILAV LI SÛRÊ!     Çendî li bajêr şer hebû jî, bi milyonan kes li hev kom bûn. Newroz bi dirûşmeya "Ji berxwedanê Sûrê ber bi Newroza azadiyê ve" hat pîrozkirin.    2017: KEMAL KÛRKÛT HAT KUŞTIN     Pîrozbahiyek dîrokî rû da. Sibeha Newrozê xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût hat kuştin.    2018: BERTEKA LI DIJÎ MUDAXILEYA EFRÎNÊ     Di Newroza îsal de mudaxileya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê hat şermezarkirin.    2019: EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN     Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê li dijî tecrîda li ser Ocalan hatibûn destpêkirin, mohra xwe li pîrozbahiyan xistin.   2020: ASTENGIYA JI BER PANDEMIYÊ     Newroz ji ber pandemiya (Covîd-19) bia wayekî girseyî nehat pîrozkirin. Cara ewil Parka Newrozê vala ma. Lê li taxan Newroz hat pîrozkirin.    2021: NEWROZA BERXWEDANÊ     Bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" bi milyonan kes qadên Newrozê tije kirin.    MA / Gokhan Altay