Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe? 2022-11-24 09:08:00 Abdurrahman Gok, çû Rojhilat û Îranê dît û nivîsî…   Piştî jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji hêla polîsên Gaşt e Îrşad ve hate kuştin li Rojhilat û bajarên Îranê gel dakete kolanan. Çalakî û berxwedana gel du meh li pey xwe hişt. Nûçegihanê me Abdurrahman Gok, çû Rojhilat û Îranê û şahidiya berxwedana gel kir. Bi hemû beşên civakê ku li derdora dirûşma “Jin Jiyan Azadî” mil bi mil daxwazên xwe dîqirin re hevpeyvîn kir û ev nivîsîn.    -  Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe? -  Jin û xortên ciwan ku pêşengiya van çalakiyan dikin çi dibêjin? -  Pêşengên herî bibiryar ên vê şoreşê ku xwendekarên zanîngehan e çi daxwaz dikin?  -  Kesên birîndar bûne û îşkence dîtine çi gotin?  -  Malbatên zarokên wan di van xwepêşandanan de ji hêla hêzên rejimê ve hatine kuştin bi zextên çawa re rû bi rû man?  -  Li malbata Jîna Emini rewşa dawî çiye? -  Êrişên tund ên rejimê, berxwedana gel ber bi kuderê ve dibe? -  Çima kes vê berxwedanê naşibîne berxwedanên berê? -  Gelên kurd, faris, azerî, belûc û ereb wê vê carê bigihîjin armanca xwe?   Bersiva van pirsan di rêzenivîsê de ye.   Ji sibê û pê ve li ser malpera MA’yê tê weşandin…