Ji Rejîma Sûriyeyê planek bi kemîn

img

HELEB - Rejîma Sûriyeyê hewl dide bi plan û projeyên nû bi awayekî veşarî rê li pêş Rêveberiya Xweser bigire û di demêre hêz û hukmê wê pûç bike.  

 
Rejîma Sûriyeyê, piştî hêviya wê ya ji siyaseta dewleta tirk a li ser tunekirina fizikî ya kurdan nema, vê carê serî li siyaseta ku hemû kurdên azad bikişîne aliyê xwe da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, berpirsiyarên “Ewlekariyê” yên rejîmê yên li Heleb, Kobanê, Minbic û Efrînê li Helebê civînek berfireh li dar xistine. Civîn di 28’ê îlonê de ji aliyê Navenda Îstîxbaratê ya Muhabaratê ve hatiye lidarxistin û di hêla leşkerî de di asta jor de bûye. Di civînê de li ser planeke pexilî ku çerkez, durzî û kurdan bikişîne aliyê xwe hatiye rawestandin. Ev plan di çerçoveya amadekariya ji bo danûstandina Sûrî-Sûrî de hatiye amadekirin. Plan weke proje ji hêla ‘Koşka Komarî’ ya rejîmê ve hatiye îmzekirin.  
 
Tê gotin ku ev plan an jî proje di bin navê “Heremên di bin qontrola Rêveberiya Xweser de ne, nekevin bin serweriya dewleta tirk an jî nîşan bidin ku Sûriye ne perçekirî ye” de, li ser civak û gelên li Suriye û Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayek nerm bimeşînin.  
 
ARMANC DIKIN KU RÊVEBERIYA XWESER PÛÇ BIKIN 
 
Armanca vê plan û projeya ku di encama civîna ‘ewlekariyê’ de hatiye erêkirin ew e ku di hemû aliyan de Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê vala derxin. Ji bo vê jî dê polîtîkayekê nerm a ku hemû civakên heremê bikşîne aliyê xwe ve bixin meriyete. Tê gotin ku ji bo civakan razî bikin û bertek nîşanê vê plana pêxilî neyê dayîn, wê bi hemû eşîretên li Kobanê û Efrînê re civîn û hevdîtinan bikin. Civîn dê bi fikra: “Armanca me ji bo wan heremên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de ne nekeve bin qontrola dewleta tirk. Divê Iraq alîkariya me bike. Ji aliyê siyasî, leşkeri û aborî de em ê her cûre sererastkirinan bikin û wek yek beşa Sûriyê bihesibînin. Ji bilî Sûriyeyê dewleta me nîne û Sûriye ewlehî, aramî û jiyana hevbeş lidarbixin.” 
 
Hat ragihandin ku di çerçoveya planê de li ser rewşa çîna xizan û navîn ku ji beşa herî mezinin di heremê de bisekinin û wan qezanc bikin. Dê li ser hin kesayetên kurd û ereb, di hêla siyasî, ragihandin û dîplomasiya nav welêt de li dijî Rêveberiya Xweser propagandayek reş a varî bikin. Dê wekî ku Rêveberiya xweser di navbêra hin civak û hin herêman de di aliyê aborî, xizmetguzarî, çareserkirina pirsgirêkên civakî û hwd de cudakariyê dike, nîşan bidin. Di heman demê de di çerçoveya vê plansaziyê de wê bi riya komeleyên xêrxwaz, fikirî û îxasî hin xebatên xizmetguzarî bikin û bi vê awayî gel îkna bikin.  
 
ÊN LI DIJÎ TIRKIYEYÊ ŞER KIRIBE DÊ WEKE ŞEHÎDÊN SÛRIYEYÊ BÊN NASIN 
 
Di encama civîna ku li Helebê hate lidarxistin de plansazî û projeya ku dê hemû hêzên ewlekariyê yên Rejîma Sûriyeyê li ser bixebitin çend madeyên sereke ev in: 
 
*Hem di nava QSD de û hem jî yên di nava asayişa Rêveberiya Xweserî de bi taybetî Efrîn û deverên din li dijî dewleta tirk şer kirine û jiyana xwe ji dest dane dê weke “Şehîdên Komara Sûriye” werin hesibandin. Di vê çarçoveyê de divê rejim jî xwedî li vê biryare derbikeve û xwedî li malbatên van şehîdan derbikeve. 
 
*Komîteyeke ji bo sererastkirina rewşa zarokên ku di van herêman de ji şer bandor bûne were avakirin û ev sererastkirin jî bi riya kesayetên kurd ên welatparêz ku dê di nava komîteyê de cih bigirin pêk were.  
 
*Di dibistanan de zimanê kurdî jî bi awayek waneyên bijartî were dayîn. Ji bo hemû nîqaşên ku li ser zimanên cuda de di dibistanan de nayên fêrkirin ji holê rabikin. 
 
*Ev komîte dê li ser pêkhateyên kurd ên li deverên di bin serweriya rejîma Sûriyeyê dijîn, bixebite û bi rêxistinkirina wan re eleqeder bibe. Da ku bibe noqteya destpêkirina vê projeya ber bi deverên din ên di bin qontrola Kurdan de Bi riya nîqaşa bi dagirkeriya tirk re bibe noqteya tehrîkirina (teşwîqkirin) gel a ji bo vegera wan a bajarê Efrînê çêbibe. Lê divê ji aliyê rejîmê ve jî ev pêkateyên kurd her tim werin qontrolkirin. 
 
*Rewşa karmendên ku ji ber şertên şer nikarin derbasî saziyên rejîma Sûriyê bibin dê sererastkirin çêbibe.  
 
*Dê li ser avakirina sendîqeyek biçûk a girêdayî sandîqeya hunermendên Sûriyeyê ya ji bo hunermendên kurd karibin bixebitin û mafê xwe yê stranbejiyê û şanogeriyê û filklorî ya Kurdî bixebitin.  
 
*Endamên di nav YPG’ê de yan jî di nav saziyên leşkerî yên girêdayê Kurdan de leşkeriya xwe kiribin, dê wekê ji leşkertiya Artêşa Rejîma Sûriyê were hesibandin û dê ji leşkeriya mecburî muxaf bê girtin. 
 
*Karê pîşesaziyê ya ku li Şehba û taxa Şêx Meqsûd de hatine rêzkirin wê werin aktîf kirin û tomarkirina wan di nav sicîlên pîşesazî û bazirganiya girêdayê rejîma Sûriyê werin erê kirin. 
 
* Di vê çerçoveyî de destûrê bidin gelê Efrînê yên ji devera Şehba ji bo pêdiviyên jiyanî, civakî, siyasî û tendûristiyê karibin çûnûhatina bajarê Helebê bikin. 
 
*Li bajaroka Til Rifatê Dadgehek îdarî ji bo belgekirina tesbîta zewacê, nasnameyan û derxistina qeyd û belgeyên giliyê ‘debît’ kesên ji hêla rejîma Sûriyeyê ve tên xwestin, vebikin. 
 
 *Li ser avakirina biçîmek civakî bi kesayetên ji pêkhateyên kurd ku baweriya gelê kurd qezenc bikin da ku di navbera gel û saziyên Rêjîma Sûriyeyê de bibin têkildar. 
 
REJÎMÊ LIGEL HEMÛ ÊRÎŞ Û ZEXTAN SERKEFTINA REDX DÎT
 
Sedema rejîma Sûriyeyê serî li rêbazek polîtîkayê wisa daye ew e ku ev demeke bi destûr û piştgiriya hêzên navneteweyî û heremî dewleta tirk êrîş, gef, alozî û zextan li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin serweriya Rêveberiya Demokratîk a Xweser de tê kirin jî, di hêla leşkerî, siyasî, civakî û aboriyê de jî serkeftî ye dît. Tê gotin ku ji ber rejîma Sûriyeyê ev serkeftinê dît, jixwe ji mêj ve ye hewildanên wê yên bi vê rengî hebûn lê niha dixwaze di çerçoveya plansaziyek sîstematîk bike. 
 
Bi vî rengî Rêjîma Sûriyeyê dikare şaneyên xwe bi riya vê projeyê di nav van rêveberiyan de ava bike. Rêjîma ji ber ku proje bêhtirî ku erdîngarî be, fikirî û siyasî ye, ji ber wê jî Rêjîm dikare rewşa gelêrî li wan deveran ji bo xwe bikarbîne.  
 
Li gor agahiyan, ev projeyek mezin e û ji bo bi awayek veşartî binê deskeftiyên Rêveberiya Xweser vala bike, lê dê Rêveberiya Xweser li hemberê vê bertek, hewildan an jî pêngavek çewa bavêje tê meraqkirin.  
 
MA / Erdogan Altan