Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - "Piştevaniya" di navbera Tirkiye û Rûsyayê de her ku diçe hildiweşe. Rêveberiya Erdogan ku çekan difiroşe Ûkraynayê, li Rûsyayê gelek tê nîqaşkirin. 

Tirkiye, beriya demekê bi Ûkraynayê re peymana firtotina Balefira Bêmirov a Biçek (SÎHA) îmze kir û di vê çarçoveyê de ev çek difiroşe Ûkraynê. Firotina van çekan li Rûsyayê bûye sedema bertekan. Pêngavên leşkerî yên Hikûmeta Pûtîn ên li Sûriyeyê asta têkiliya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nîşan didin. 
 
BIZIN DI ETRIYA CANÊ XWE DE QESAB JÎ DI ETRIYA GOŞT DE YE
 
Daxistina balafira şer a bi tîpa Su-24 a Hêzên Hewayî ya Rûsyayê ya di 24'ê mijdara 2015'an de, di xeta Pûtîn û Erdogan de pêvajoyeke nû ya di bin kontrola Kremlînê de destpêkirin. Di rastiyê de her du rêveberiyên ku bi hev re "dijminatiyeke kûr" dikin, "hezkirineke" ne jidil nîşanî hev didin. Tişta ku wan neçarî hev dike "berjewendî" ne. Rêveberiya Pûtîn projeyên Santrala Enerjiyê ya Nukleerê ya Akkûyû û TurkAkimê li ber çav digire û biendaze tevdigere, rêveberiya Erdogan jî bi tevahî mayîndebûna xwe difikire û li gorî vê tevdigere. Bi gotina peşiyan; bizin di etriya canê xwe de qesab jî di etriya goşt de ye. Dawiya dawî kontrol di destê Kremlînê de ye. Dema ku pêwîst bike dikare fişare li rêveberiya Erdogan bike. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî kuştina 33 leşkerên tirk a di sibata 2020'an de ya li Idlibê ye. Hê jî di bîra mirov de ye ku heyeta Erdogan a piştî vê bûyerê çûbû Kremlînê bi binpêkirina proseduran re rû bi rû mabû. 
 
TURKIYE LEŞKERÊN ÛKRAYNAYÊ PERWERDE DIKE
 
Di van rojan de şopên dostaniya nejidil hê bêtir derdikevin holê. SÎHA'yên ku ji Ûkraynayê re tên firotin, li Rûsyayê rê li ber hêrseke mezin vedikin. Li gorî nûçeya ku Rojnameya Nezavisamayayê daye, droneke ku ji Tirkiyeyê hatiye kirîn li Donbassê hatiye bikaranîn. Ûkraynayê beriya niha 6 SÎHA ji Tirkiyeyê kirîbû. Her wiha rojname, diyar dike ku her du welat di îlonê de li ser firotina 48 SÎHA'yên nû li hev kirine. Dîsa di heman nûçeyê de tê angaştkirin ku Tirkiye ne tenê SÎHA'yan pêşkêşî Ûkraynayê dike, di heman demê de leşkerên Ûkraynayê jî perwerde dike. Tê angaştkirin ku di dema pêş de wê li Donbassê alozî mezin bibe û "lîstika mişk-pisîkê" ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de wê bikeve asteke din.
 
MÎNA MARGÎSEYÊ RENG DIGUHERÎNE 
 
Rêveberiyên Rûsya û Tirkiyeyê ku li Ûkrayanê dijminane ne li Sûriyeyê jî gelekî binakok in. Her meh weke margîseyê rengek cuda vediguhere. Rûsya ku beriya civîna Soçiyê ya 29'ê îlonê li Îdlibê operasyona li dar xist û bang li çeteyên cîhadîst ên leşkerî û herêmî yên tirk kir ku xwe vekişînin, ji nişka ve 'tevgera' xwe ya li herêmê bi sînor kir. Hate angaştkirin ku li Soçiyê di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbûye. Piştî civînê hate diyarkirin ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir leşker kom dike. Piştî civînê gotinên Erdogan ên ji bo "operasyona leşkerî" zêde bûn. Hemû geşedan bû sedeman pirsan. 
 
DOSTANIYA XILTÊ KOR
 
Çend hefte bûn rêveberiya Enqerê berê xwe dida "ruhê" civîna li Soçiyê. Gefan li Rojava dixwe; Dixwest ku Til Rifat, Minbic û Eyn Îsayê dagir bike. Lê xuya ye manevrayên Rûsyayê yên li qada Sûriyeyê Enqere vala derxistiye.  Weke ku tê zanîn, balafirên şer ên Su-34 û balafirên şer ên Su-35 li Qamedo hatin bicihkirin. Her wiha hebûna xwe ya leşkerî li baregeha hewayî ya Sarrîn a gundewarê bakurê Helebê bi helîkopterên wekî K-52 û MI-28 xurt kir. Li Efrîn û hin gundên Îdlibê operasyonên qismî yên li dijî komên alîgirê tirk dewam dikin. Bi kurtasî dostaniya tirk-rûsan îluzyoneke optîk e. Navê vê baş nayê danîn. Ev xiltê kor tîne bîra mirovan. Ne dişibe mişk ne jî dişibe xiltê kor. 
 
MA / Îsmet Konak