Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rûsyaya ku Donetsk û Lûganskê bi awayekî fiîlî xist bin kontrola xwe, bi NATO'yê re pokerê dilîze. Tê gotin, dibe ku ev rageşiya li Donbassê sîrayetî bajarên din ê Ûkraynayê jî bike. 

Kremlîn bi esasgirtina serbixwebûna komarên gel ên Donetsk û Lûganskê re, nifûza xwe ya li Ûkraynayê zêde dike. Rûsyaya ku guh nade NATO'yê, hewl dide li bajarên din ên Ûkraynayê jî dest bi şer bike. 
 
JI DONBASSÊ BER BI BAJARÊN DIN VE
 
Bêguman dihat payîn ku Rûsya serbixwebûna komarên gel ên Donetsk û Lûganskê nas bike. Şevereşa tarî ji êvar de kifş bû. Wekî tê texmînkirin plana "Novorossiya (Rûsyaya Nû)" li ser hev tê tetbîqkirin. Planeke ku refleksên "slavî" yên dema çarlikê di xwe de dihewîne. Îhtimala ku ev siyaseta Pûtîn a li Donetsk û Lûganskayê, di nêz de sîrayetî bajarên wekî Harkîv, Odessa, Dnpîro û Zaporijyayê jî bike. A rast, hê di sala 2014'an de "derûnîya" ku dê ev bajar ji Ûkraynayê bên veqetandin hebû. Lê ya ku aqûbeta van bajaran diyar bike dê reaksîyona hikûmeta Kîevê be. Ger li Donbassê hêzên Kîevê û artêşa Rûsyayê bi hev bikevin, dê ne pêkan be ku ev bajar xwe ji vê rageşiyê xalî bikin. Ger pevçûnek rû bide, mihtemel e dê taktîka ku di 2014'an de li Donetsk û Lûganskê hat pêkanîn, li van bajaran jî pêk bê. Yanî dê daxwazên wekî "federalîzm" û bi awayekî fermî esasgirtina zimanê rûsî bên derpêşkirin. Ger ev daxwaz neyên bersivandin, dê referandûm çêbibe û bi awayekî de facto statuyek rû bide. Ji bo Rûsyayê wergirtina van bajaran a bi "şerê klasîk" rêbaza herî dawî ye. Yanî dibe ku serî li şerekî çekdarî yê dûr û dirêj nede. 
 
NATO Û RÛSYA 
 
Pir aşkere ye ku di mijara Ûkraynayê de dînamîkên navdewletî li hemberî hev siyaseta serîtewandinê dikin. Ev yek bi taybetî jî ji sala 2014'an ve gihaşt asteke çalak. A rast ji peywirê girtina Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Vîktor Yanûkovîçê ehlê Rûsyayê, bi dilê NATO'yê bû. Piştî vê bûyerê asta "tevkarîyê ya di navbera hikûmeta Kîevê û dewletên Rojavayî de hîn bêtir guherî. Kremlînê jî derpêş kir ku li hemberî Yankûvîç darbe hatiye kirin û bi "îlheqkirina" Qirimê bersiva vê yekê da. Piştî vê Pûtîn bi piştgiriya xwe ya ji bo komarên gel ên Donetsk û Lûganskê pozîsyona xwe ya li hemberî bloka Rojavayê parast. Çendî li Mînksê peyman hatibin çêkirin û çendî Fransa, Almanya, Ûkrayna û Rûsya ji bo vê car carinan li hev kom bûbûn jî, lê "hisûmet" gurtir bû. Ji lew re armanca sereke ne çareserkirina meseleyê bû, armanc terxankirina wext û amadekariyên ji bo "merasîma şer" bûn. 
 
Wisa xuya dike ku dê lîstika pokerê ya di navbera her du blokan de piştî vê pêvajoyê jî bidome. Di destê Rojavayê de du enstruman hene. Yek; qutkirina xeta gazê ya ber bi Ewropayê ve. Dudo, bi mueyîdeyên hîn girantir tarûmarkirina aboriya Rûsyayê. Gelo "xitimandina" projeyên ji bo boriyên gazê ji bo Ewropayê pêkan e? Ji bo demeke dirêj ne pêkan e. Ji lew re hema bibêje nîviyê gaza Ewropayê ji Rûsyayê tê tedarikkirin. Daxuyaniya Şansolyeyê Alman Olaf Sholoz a têkildarî Bizava Bakur a 2'yan dîmeneka "şematîk" dide der. Di vê çaçroveyê de ji Ria Novostiyê Sergey Savçûk, di gotareke xwe de diyar dike ku di salên pêş de dê Almanya 3 santralên nukleerê bigire û pîşesaziya Almanyayê pir pêgirtiyê gazê ye. Li gor vê gotarê, Almanya di sala 2020'î de 120 milyar metrekup gaz îthal kiriye û di vî warî de li cîhanê di rêza ewil de ye. Wisa tê texmînkirin ku di pêş de dê Almanya jî statuya Donetsk û Lûganskê qebûl bike û Bizava Bakur a 2'yan pesend bike. 
 
BANDORA BÛMERANGÊ
 
Di lîstika pokerê de yek ji restên YE'yê jî derbarê 27 welatîyên rûs da biryara mueyîdeyê bû. Her wiha tê payin ku Rûsya ji SWIFT'ê bê derxistin. DYA, daxuyand ku dê derbarê Rûsyayê de mueyîdeyên giran ên aborî pêk bînin. Baş e, lê ev rest dê bandorek çawa li aqûbeta Rûsyayê bikin? Beriya her tiştî "pêkanîna" mueyîdeyan û gefan cihê nîqaşê ne. Ji lew re di navbera dewletên Ewropayê da, di warê mueyîdeyan de nelihevkirinek tune ye. Wekî Almanyayê Îtalya jî di warê enerjiyê de pêgirtiyê Rûsyayê ye. Ji sedî 90'ê gazê ji Rûsyayê îthal dike. Her wiha daxuyaniya Kremîlînê ku gotibû dê metrekupa gazê bibe "2 hezar euro" dijêrişek e. Du welatên girîng ên danûstendinê bi derdora fînansî ya rûs re dikin jî DYA û Almanya ne. Lewma îxrackirina Rûsyayê ya ji SWIFT'ê dibe ku bandoreka "bûmerangî" bide der. Jixwe Rûsyayê demek berê li hemberî vê pêngavê tevdîrek girtibû: Pêşxistina SPFS'ê (Pergala Peyamê ya Malî). Tê gotin di emên dawî de 23 welat daxilî nav vê pergalê bûne. Tew di nav van welatan de welatên wekî Almanya û Swîsre jî hene. Ger dema Şerê Sar bûna, dibû ku mueyîdeyên Rojavayê bibandortir bûna. Lê di pergaleke neo-lîberal de, Rojavaya ku di warê danûstendina metayê de girêdayî pîyaseya Rûsyayê ye, hem di warê mueyîdeyan de zehmetiyê dikişîne hem jî di warê pêkanîna wan de dibe cihê gumanan. Rûsyaya zengînê petrol û gazê, sinyalên wekî ku dê di sedsala 21'ê de NATO'yê bi krîza serdestiyê re rû bi rû bihêle dide. 
 
MA / Îsmet Konak