Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê

img
ENQERE - Di konferansa HDP’ê de hem ji bo desthilatdariyê û hem jî ji bo muxalefetê peyam hatin dayîn. Di konferansê de hem pergala otorîter a deshtilatdariyê û hem jî restorasyona berê ya muxalefetê hate rexnekirin û li dijî ferzkirinan jî banga berxwedanê hate kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 6-7’ê hezîranê de li Enqereyê 4’emîn Konferansa Mezin li dar xist. Konferans du rojan domiya û nîqaşên girîng ên siyasî hatin kirin. Di konferansê de mijarên weke “Komara Demokratîk”, “Neteweya Demokratîk”, “Pirsgirêka kurd”, “Pozîsyona muxalefetê” û “Polîtîkayên Tifaqa Gel” bi hûr û kûr hatin nirxandin. 
 
HDP, piştî konferansên bajêr, herêm, yên xweser ên jinan, ciwan û heta yên rêveberiyên herêmî, niha jî bi biryarên di konferansa mezin de hatine girtin ber bi kongreyê ve diçe. Di tevahiya nîqaşên konferansan de herî zêde rê û rêbazên ji bo hilbijartina sala 2023’yan hatin nîqaşkirin. Dê di konferansê de li hemberî pergala ku AKP-MHP dixwazin pêş bixin û restorasyona partiyên muxalîf,  pozîsyona Rêya 3’yemîn û tifaqa demokrasiyê derkete pêş. 
 
GOTINÊN KILIÇDAROGLU YÊN LI WANÊ
 
600 delege beşdarî konferansê bûn û bal kişandin ser girîngiya HDP’ê. Bi taybet jî gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ya li Wanê ku digot; “Heke hûn bixwazin Demîrtaş were berdan, wê demê divê berê xwe bidin me” di nava girseya HDP’ê de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Gelek delegeyan ji bo vê daxuyaniyê ev şîrove kir: “Mirinê nîşanî me didin û dixwazin me li ta yê razî bikin.” Delegeyan, anî ziman ku li hemberî faşîzma AKP’ê, feraseta statûkoparêz li wan tê ferzkirin. Her wiha hat gotin ku her çiqas muxalefet bi tevahî neyê redkirin jî, divê HDP pozîsyon û hêza xwe ya cewherî xurttir bike. 
 
‘PARTIYÊN PERGALÊ JI HEV CUDA NÎNIN’ 
 
Ji delegeyên Afyonê Ensar Topal di konferansê de wiha got: “Em dibînin ku partiyên pergalê ji hev cuda nînin. Herî zêde jî di mijara pirsgirêka kurd de em vê rastiyê dibînin. Em dibînin ku bi nêrîneke faşîst li mijarê dinihêrin. Cihêkariyê dikin û bi çavekî nizm lê dinihêrin. Her wiha tu îzaheta gotinên Kiliçdaroglu yên mîna gefê nayên qebûlkirin. Sedema girtina hevserokên me ew in lê weke ku haya wan jê nebe dibêjin; ‘ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş beşdarî me bibin.’ Ev nêzikatî nîşan dide ku partiyeke pergalê ne. Ev siyaset nîne. Em siyasetekî bi vî rengî qebûl nakin.” 
 
Ji Dayikên Aştiyê Sûphiye Bayav ku di salên 90’an de ji Sêrtê koçberî Edeneyê bûbûn jî di konferansê de ev tişt anî ziman: “Çavên kurdan ditirsînin û dibêjin; ‘Werin gel me, em ê berdin.’ Ma wan çi kiriye ku tu dê berdî. Ji bo gelê me ya pêwîst çi be em ê wê bikin. Divê tevek jî bizanin ku bêyî kurdan nikarin tiştekî bikin. Bila xwe nexapînin ji ber ku êdî nikarin kurdan bixapînin.” 
 
PEYAMA SANCAR BALKÊŞ BÛ 
 
Yek ji axaftinên herî balkêş ên di roja ewil a konferansê de ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bû. Sancar, diyar kir ku ew ji hemû muzakereyên ku dev ji feraseta berê ber didin û wê îradeyê nîşan didin re vekirî ne û ev nirxandin kir: “Em amade ne ku bi derdorên ji pêdiviyên gel re dibin bersiv ûyên ku rêyên ber bi komara demokratîk ve dibin qebûl dikin û taahûda vê didin re muzakereyan bikin. Her wiha em dikarin bi wan re li ser namzetê hevpar ê serokkomariyê re jî nîqaşan bimeşînin. Lê ez dîsa dubare dikim, yên ku li gorî zîhniyeta berê tevdigerin û dixwaze wê ferasetê bidomînin re tiştekî ku em bi hev re bikin tune ye.” Axaftina Sancar bandoreke mezin li beşdaran kir. Di her du rojên konferansê de gelemperî axaftin di çarçoveya axaftina Sancar de hatin kirin û delegeyan gelek caran peyama “Bila kesek nebêje HDP’ê jixwe bi me re ye” dan. 
 
BÊHTIR TÊKOŞÎN DERKET PÊŞ
 
Di her du rojên konferansê de jî herî zêde têkoşîn derket pêş. Ji delgeyên ji Zonguldakê Zekî Salmanoglu yê 83 salî bi bawerî û israra xwe bal dikişand ser xwe. Dema em pê re axivîn hîn bûn ku kesê ewil avahiya HDP’ê li Zonguldakê vekirî ew bû. Salmanoglu, wiha got: “Me nêrîna xwe di rê de nedîtiye. Min ev nêrîn ne ji bo menfaet û kursiyan hilbijart. Ez bibiryar im ku heta mirinê têkoşîna xwe bidomînim. Muxalefeta rasteqîn HDP ye. HDP, eniya demokratîk a şoreşger e. Em ê bi  têkoşînê ser bikevin.” 
 
BERSIVA LI DIJÎ GIRTINÊ: HDP, KELEHA DIMDIMÊ YE 
 
Yek ji mijarên di konferansê de nîqaş li ser dihat kirin jî doza girtinê ya derheqê HDP’ê de bû. Lê belê nîqaş li ser mijara “gelo dê were girtin an na” nehatin kirin. Her 600 delege jî gihiştin heman qenaetê ku divê li dijî girtinê bitêkoşin û fikriyata HDP’ê nayê girtin. 
 
Di vê mijarê de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek got ku HDP di sedsala 21’emîn de Keleha Dimdimê ye. Çîçek, diyar kir ku gelê kurd di sedsala 17’emîn de li dijî êrişên domdar ên Osmanî û Îraniyan, li Keleha Dimdimê li ber xwe dan û îro jî HDP bi paradigmaya xwe ya demokratîk, ekolojik, azadîxwaziya jinê re mîna Keleha Dimdimê li ber xwe dide. Bi axaftina Çîçek re coşeke mezin di konferansê de çêbû. Delgeyan jî destnîşan kirin ku divê HDP were parastin û ev parastin were civakîkirin. 
 
Ji delegeyan Ensar Topal wiha got: “Em ne di nava nîqaşên weke ‘gelo dê HDP were girtin an na’ de ne. Ji bo arastekirina siyaseta Tirkiyeyê, avakirina pêşerojê û wekheviya di navbera civakê de dixebitîn.” Dayika Aştiyê Sûphiye Bayav jî wiha bang kir: “Qaşo dê HDP’ê bigirin. Ez li vir bang dikim; hûn HDP’ê bigirin jî dê nekarin fikren mirovan bigirin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan