Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in

img
ENQERE - Aktîvîsta mafên jinan Tooba Lutfî diyar kir ku astenga herî mezin a li ber pergala Talîban têkoşîna jinan e û wiha got: “Niha em weke li Îranê berxwedaneke baş nikarin nîşan bidin lê em hêdî û ji kûr ve xwe bi rêxistin dikin, em ê di nava demê bi awayekî baş werin. Ji bi hev re ne, armanc diyar e.”
 
Talîban piştî 20 salan bi piştgiriya Amerîkayê rêveberiya Efxanistanê bi dest xist. Talîbana ku 15 meh in rêveberî bi dest xistî ji bo xwe “baş” nîşanî rojavayê cîhanê bide ketibe nava hin hewldanan jî di demekî kurt de maf û azadiya jin û zarokên keç sînordar kirin. Qanûnên şerîatê hatin pêkanîn, jin ji ber hincetên olî bi binpêkirinên mafan û zextan re rûbirû man. Li Efxanistana tu caran jin û mêran wekhev nejiyan, bi vegera Talîban re derketina jinan tena serê xwe, çûyîna dibistanê û xebat hate qedexekirin. Navê welatê ku mirov êdî nikare behsa mafên jinan bike weke Emîrtiya Îslamê ya Efxanistanê hate guhertin. Li paytext Kabîlê tabeleya Wezareta Jinan hate daxistin û şuna wê panoya “Wezareta Dua, Rehbertî, Teşwîqa Namûsê û Astengkirina Bêexlaqtiyê” hate daliqandin. Xebatkarên jin ên wezaretê jî negirtin hundir. Talîban piştî sînordarkirina ser jinan û zarokên keç, çûna jinan a eywanên sporê û hemaman qedexe kir. 
 
SEKNA JINAN A BIRÊXISTINΠ
 
Jinên ku tevî hemû zext û gefan bi wêrektiyeke mezin ji roja ewil ve ji bo maf û azadiyên xwe kolanan terk nakin, li dijî her cure qedexe, astengî û pêkanînên barbar rêbazên têkoşînê pêşxistin. Komên jinên bêrêxistin ku bi ketina Talîban a Kabîlê derketin kolanan di nava demê de veguherîn Tevgera Jinên Efxanî ya Bixwe, Înîsiyatîfa Piştevanî û Yekitiya Jinan a Efxanistan û Platforma Jinên Têkoşer. Jinên ku pêşengên têkoşînê bûn, ji aliyekî ji bo nelirêtî, bêkarî û xizaniyê berxwedana xwe didomandin li aliyê din hewl didan civakê birêxistin bikin û dengê xwe li hemû cîhanê belav bikin.  Jinan li dijî pêkanînên tund û hişk ên Talîban dest dan hev û li dijî hişmendiya ku bikeve pêş perwerdeya wan Pirtûkxaneya Jinan vekirin û serî li hemberî talîban rakirin. Komeke rojnamevanên jin û nivîskarên li hundir û derveyî Efxanistanê jî ji bo dengê xwe bidin bihîstin bi navê “Zan Times” malpereke nûçeyan ava kirin. Têkoşîn û sekna jinan careke din nîşan da ku xelasî wê bi berxwedaneke bi pêşengtiya jinan de pêk were. 
  
Yek ji jinên berxwedêr jî aktîvîsta mafên jinan Tooba Lutfî ya ji bajarê Panjshîr a Efxanistanê. Lutfî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî ji ajansa me re axivî. Lutfî, berxwedana jinên efxan, têkoşînê çi guhert û pêvajoya ji vir û şunde vegot. 
 
‘JINAN RÛYÊ TALÎBAN DERXIST HOLÊ’
 
Lutfî, diyar kir ku berxwedana jinan a li Efxanistanê, tevî hewldana Talîban a xwe “şirîn” nîşan bide rûyê talîban derxist holê wiha got: “Jin derketin kolanan û Talîban teşhîr kir ku ne talîbanê beriya 20 salan e. Talîban jî ferq kir ku li cîhanê gelek tişt hatine guhertin. Ji ber vê yekê hewl da xwe cuda nîşan bidin. Bi derketina kolanan me nîşanî wan da ku hêj rêxistineke aydê Serdemanavîn e. Me tişteke din jî nîşan da, jinên efxanî ne jinên beriya 20 salan e. Tevî hemû bêderfetiyan me xwe perwerde kir, em di ferqa mafên xwe de ne û em xwedî hêza ku guhertinê pêk bîninin.”
 
‘RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ HATIN PÊŞXISTIN’
 
Lutfî, bi lêv kir ku piştî ketina Talîban a li Kabîlê çalakiyên jinan bihêztir bûn lê bi demê re ji ber zehmetiyên pê re rûbirû man hinek hêdî bûn û wiha berdewam kir: “Ji wê rojê ve jinan gelek tiştên zor jiyan. Gelek jin ji aliyê Talîban ve hatin revandin. Li Efxanistanê binçavkirina jinan tişteke gelek eyb e. Ji bo malbatê şerm e. Ji ber vê yekê em neçar man ku rêyên nû ku gotinên xwe bibêjin peyda bikin. Ji xwe Talîban jî bawerî bi vê anî û hin polîtîka pêş xistin. Mînak;jinên ku nîvê şevê revandin bi berdela tapoyên zilaman berdan. Bi zilamên malbatê belgeyên ku ‘jin wê careke din tev li tu çalakiyan nebin’ dan îmzekirin. Du sedemên vê hebûn hem xwe ji aliyê aboriyê ve bihêz dikirin hem jî dikirin ku malbatên me em bibin polîs. Bi vî awayî hewldan berxwedana jinan ji holê rakin lê biserneketin. Gelek hevalên me yên jin piştî van revandinan neçar man ji welat derkevin lê niha li Efxanistanê bi hezaran jinên bi van rêbazan li ber xwe didin hene.”
 
TÊKOŞÎN NEBÛYA….
 
Lutfî, anî ziman ku bi tu awayî bawer nakin ku wê Talîban were guhertin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke têkoşîna jinan nebûya rewş da ya ji niha zêdetir derveyî serdemê bibe. Heke têkiliya jinan bi jinên din ên cîhanê re nebûya, Talîban hewl ne dide xwe bi awayekî cuda nîşanî cîhanê bide û da hezar qatan ji niha betertir bûya.” 
 
Lutfî, bertek nîşanî dewletên rojavayê cîhanê ku bawerî bi derewa Talîban a “bi terorîzmê re têdikoş e” da û anî ziman ku ev dewlet ji neheqiya ku bi 30 milyon gele efxan hatiye kirin berpirsyar in. 
 
‘TALÎBAN GORA XWE DIKOLE’
 
Lutfî, qala berxwedana li Îranê ku jin pêşengtiya wê dikin kir û wiha pê de çû: “Ev berxwedan heviyê dide me. Em dibînin ku jinên îranî çawa mafên xwe diparêzin. Divê êdî li Rojhilata Navîn hin tişt werin guhertin. Em vê ji berxwedana jinan a li her çar aliyan dibînin. Efxanistan welatekî gelek xizan e. Em li vir ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin. Em li cîhanê dinerin ji bo guhertina avhewayê têdikoşin lê em hêj jin çi li xwe bikin, cilên wan ji çend mîtro qûmaşî bê çêkirin û çi reng be nîqaş dikin. Heta em nikarin nîqaş jî bikin, li me tê ferzkirin. Bi van ferzkirinan re li vî çaxî, Talîban gora xwe bi xwe kola û bi vê hişmendiyê nikare zêde hebûna xwe bidomîne.”
 
Lutfî, destnîşan kir ku tevî zilma Talîban gel hêj li ber xwe dide û got: “Hêj rêxistinên me yên berxwedanê birêxistin dikin hene û bi biryarî têdikoşin. Niha em weke li Îranê berxwedaneke baş nikarin nîşan bidin lê em hêdî û ji kûr ve xwe bi rêxistin dikin, em ê di nava demê de bi awayekî baş werin. Ji bi hev re ne, armanc diyar e. Jin wê di nava vê tariyê de rêya derketina ronahiyê bibînin.”
 
Lutfî, baş kişand ser yekitiya jinan a li Rojhilata Navîn bilind dibe û wiha domand: “Dema me yekitiya jinan li Rojhilata Navîn bi temamî pêk anîn wê guhertina li ser vê axê herkes bi çavê xwe bibîne. Em jin wê vê yekitiyê pêk bînin. Ji bo em bibin xwedî biryar em ê înisiyatîfê bigirin. Cîhan êdî ji me re nabêje ka em ê çi bikin an nekin. Em bi xwe wê rêya xwe xêz bikin.”
 
PEYAMA 25’Ê MIJDARÊ
 
Lutfî, têkildarî 25’ê mijdarê jî ev peyam da: “Îro cîhan hewl dide tundiya li ser jinê ji holê rake, jinên efxanî jî bi tundiya zayendî, psîkolojîk, fîzîkî, siyasal û perwerdehiyê re rûbirû dimîne. Ji bo em mafên xwe yên bingehîn bidestbixin têdikoşin. Civaka navnetewî bi kesên ku tundiyê pêk tînin re ye. Divê jin destûrê nedin vê yekê.”
 
MA / Gozde Çagri Ozkose