Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin

RIHA - Rêvebera HPC-Jinê Edlê Bekir diyar kir ku di şexsê Arîn Mîrkan, Rêvana, Destîna, Hêlîn, Vîyan, Renîn û Rûkenê de têkoşîna jinê ya li Kobanê li seranserê cîhanê hatiye bihîstin û got: "Lehengiyeke mezin hat nîşandan. Em ê her tim keleha berxwedanê biparêzin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin."
 
DAIŞ ku li Iraq û Sûriyeyê bêyî ku guleyekê jî biteqîne gelek dever bi dest xistin, di 15'ê Îlona 2014'an de berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. DAIŞ piştî ku gundên li rojhilat, rojava û başûrê gund bi dest xistin, berê xwe da navenda bajêr. Êrişên bi çekên giran hatin kirin, li vir leqayî berxwedana YPG û YPJ'ê hatin. 
 
Şervanên YPG/YPJ'ê, 134 rojan li dijî van êrişan bi çekên ferdî şer kirin. Li 93 welayan bi milyonan kes rabûn ser pêyan. Ev berxwedana ku bi milyonan kesî piştgiriya wê kir bû cihê serketinê. Navenda Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an de bi temamî ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Piştî şkandina tarîtiya DAIŞ'ê, bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ serdemeke têkoşînê ya nû dest pê kir. Ewilî gundên li derdorê yeko yeko ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin. 
 
Piştî herêm ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, kurdan demildest dest bi pêvajoya avakirinê kir. Di vê pêvajoya 8 salî de ku bi pêşengiya jinê dest pê kir, bi rêxistinbûyîna di qada siyaseta demokratîk, pergala hevserokatiyê, hêza xweparastinê, komun, meclîs û kooperetîfan de qadên jiyana azad hatin afirandin. 
 
Rêvebera Hêzên Parastina Cewherî (HPC-Jin) Edlê Bekir berxwedana li Kobanê û di serketina Kobanê de rola jinan nirxand. 
 
ROLA ABDULLAH OCALAN
 
Edlê Bekir diyar kir ku di dema rejîmê de jin dihatin tepisandin û hebûna wê bi feraseta "şerm" û "namûs"ê dihat qedexekirin. Bekir bilêv kir ku di vê pergalê de jin hatibûn wê astê ku nikaribûne deriyê malê jî vekin û bi paradîgmaya "azadiya jinê" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şiyarbûnek rû daye. Edlê Bekir destnîşan kir ku jin niha dibêjin "namûs axa me ye, welatê me ye" û bi vî awayî serî radikin. Edlê bibîr xist ku piştî Şoreşa Rojavayê ya 19'ê Tîrmehê rêxistinbûyîna jinan xurt bûye û wiha wiha got: "Paşê rêveberiya xweser hat îlankirin. Gava şoreşa me dest pê kir, serîhildana jinan bilind bû. Gelek dê û bav bi destên keçên xwe girtin û digotin 'ev xelata şoreşê ye û ji bo parastina şoreşê bila bi we re be' û ew dianîn saziyên me. Piştî wextekê me li cem YPG'ê YPJ'ê, artêşa xwe ava kir. Jinên kurd bi siyaseta xwe, bi perwerdehiya xwe roleke girîng lîstin. Jinên Rojavayê hêza xwe ji Yekîneyên Jina Azad (YJA Starê) wergirtin. Her ku rêxistinbûyîna jinê zêde bû, jin di qadên wekî leşkerî, siyasî, civakî û rêxistinbûyînê de cih girtin. Jin bûn yek û têkoşîna rêxistinbûyînê xurt kirin." 
 
Edlê Bekir ku got "Rast e, em berê kor, ker ûlal bûn. Me nikaribû tu tiştî bibêje. Mafê me yê axatinê tune bû. Lê gava Rêbertî heqê me ji hebûnê afirand, em jî şiyar bûn" axaftina xwe wiha domand: "Rêbertî ji bo jin rola xwe bilîze têkoşiya. Jin jî bi paradîgmaya Rêbertiyê xwe birêxistin kirin. Îro ro jinên kurd bi xwe re her kesî rakirin ser pêyan. Dinya alem li ser esasekî hereket dike, lê em li ser du esasan hereket dikin. Yek jê jin û ya din mêr. Em hev du temam dikin. Îro ro jin rola xwe dilîzin. Em xwe digihînin hemû jinan û rêxistinbûyînê xurt dikin." 
 
TIRSA DAIŞ'Ê JI JINAN
 
Edlê Bekir diyar kir ku piştî Şoreşa Rojavayê ya 19'ê Tîrmehê êrişên Tirkiye û DAIŞ'ê dest pê kirine û got: "Lê kurd, bi bîr û baweriya xwe û bi rêxistinbûyîna xwe li ber van êrişan sekinîn. Tirkiyeyê digot, bi DAIŞ'ê re şer dike, ne bi kurdan re. Lê paşê derket holê ku Tirkiye bi xwe DAIŞ bû. Li cihên wekî Dîlok û Rihayê DAIŞ'ê perwerde dikir. Ji aliyekî ve di sînorê xwe re DAIŞ'ê derbasî aliyê Girê Spî dikir, ji aliyê din jî deriyê sînor ê Kobanê vedikir û rê vedikir ku gelê kurd derbasî Tirkiyeyê bibe." 
 
Edlê Bekir bilêv kir ku gava êrişên li hemberî Kobanê dest pê kirine ciwan û xort tev de perwerdehiya çekê wergirtine û berê xwe dane kozikên şer û wiha berdewam kir: "Jinan ji hevalên mêr re digot, 'hûn derkevin em ê têkevin kozikê.' Ji lew re jinên ku teslîmiyetê qebûl nedikirin, êdî hay ji hebûna xwe hebûn. Gava DAÎŞ'ê êrişên hov kirin, jinên kurd çekên xwe hilgirtin û xwe parastin. DAIŞ'î li xwe mikur dihatin, digotin 'gava me tilîliyên jinan dibihîst, em ji pertav diketin.' Nedixwestin bi destê jinan bi9mirin. Lê me ew bi destê jinan kuştin. Ji bo vîna me bişikînin bi çekên giran êriş dikirin, lê me li ber xwe da. Li vir dareke bi navê 'Dara Nemir' habû. Sekvanekî DAIŞ'ê xwe li ser wê darê bi keys kiribû û li hemberî şervanên me suîqast dikir. Jinekê çû ew kuşt. Kî ev hêz da me? Rêberê me û YJA Starê." 
 
JINÛVEAVAKIRIN
 
Edlê Bekir ku got "Gava Kobanê hat rizgarkirin wêran bûbû" wiha axivî: "Gava mirov li Kobanê mêze dikirin, digotin 'dê çawa bê avakirin?' Lê di nava 2 salan de Kobanê ji berê xweştir hat avakirin. Kobanê niha ji Kobanêya berê mezintir e. Me saziyên xwe jinûve ava kir. YPG/YPJ, QSD, asayîş jinûve hatin birêxistinkirin. Gelê sivîl hat birêxistinkirin." 
 
KELEHA BERXWEDANA JINÊ
 
Edlê Bekir destnîşan kir ku êdî tu hêz nikare têkeve Kobanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Erdogan, digot 'Kobanê ket.' Gava Erdogan wiha got, jin bêtir hêrs bûn û bêtir berê xwe dan kozikên şer. Ji bo Erdogan negihê armanca xwe, bi ruh û can kozikên xwe parastin û Erdogan negihaşt armanca xwe. Jinan, li vir bi hezaran çete kuştin. Berxwedana jinê li Kobanê gihaşt seranserê cîhanê. Di şexsê Arîn Mîrkan, Rêvana, Destîna, Hêlîn, Vîyan, Renîn û Rûkenê de têkoşîna jinê ya li Kobanê li seranserê cîhanê hat bihsîtin. Lehengiyeke mezin hat nîşandan. Ya ku li Miştenûrê di nava çeteyan de xwe teqand hevala Arîn bû. Ji bo teslîmgirtin û qirkirina kurdan çi dikin bila bikin, lê dê kurd serî netewînin. vîneke me ya pir xurt heye. Kobanê, bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Nêzî çar mehan bênavber xwîn herikî. Em ê her tim keleha berxwedanê biparêzin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin."
 
MA / Omer Akin