Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku teslîmgirtina wî sedem û anîna wî ya Îmraliyê jî encam e û vê nirxandinê dike: “Ez komployê êdî derbas dikim. Ne em ê bikarin mîna berê bijîn ne jî mîna berê şer bikin.” 

 
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku destwerdana xwe ya li Rojhilata Navîn bi Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) da destpêkirin, weke gava ewil jî koordînatoriya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li xwe girt. Endamên NATO’yê ku bi pêşengtiya DYA’yê hate avakirin û şirîkên kûrewî, kirin ku Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve. Komploya ku bi mebesta “Îmhayê” hate kirin, bi anîna Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de li Tirkiyeyê jî dom kir. Abdullah Ocalan ev rewş weke “Mezintirîn operasyona Gladioya NATO’yê û gava herî girîng a bicihanîna BOP’ê” pênase kir û da zanîn ku beşa herî mezin a komployê jî li Îmraliyê tê bicihanîn. 
 
Ocalan, dema li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dihat ragirtin gelek caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û di van hevdîtinan de piştperdeya dîrokî ya komployê, sedem û encamên wê nirxand. 
 
BIRYARA NATO’YÊ Û PÊŞENGTIYA DYA’YÊ
 
Ocalan, di hevdîtina bi parêzeran a di 10’ê gulana 1999’an de da zanîn ku bi biryara NATO’yê hatiye teslîmgirtin û DYA’yê jî pêşengtiya vê biryarê kiriye. Ocalan, wiha dibêje: “Wê rojê qedexe kirin ku em dakevin welatên Ewropayê. Wê rojê Pîrîmakov jî qedexe kirin. Divê ev yek were tespîtkirin. Ji bo min di asta NATO’yê de biryar hatibû dayîn. Ez nizanim bê ka naveroka vê biryarê çi ye. Bi qasî ku dizanim, bi bedela berdana çekan, çareseriya demokratîk heye. Biryara derheqê min de, di sala 96’an de hate dayîn. Li gorî biryara NATO’yê heke min li ber xwe dabûya dê bihatima kuştin û heke bihatima girtin jî dê çareserî bihata pêşxistin.” 
 
DIVÊ KOMPLO WERE DERHÎKIRIN
 
Di hevdîtina bi parêzeran a di 12’ê tîrmeha sala 1999’an de jî Ocalan dibêje ku divê komplo were derhîkirin û vê nirxandinê dike: “Li vir çil noqteyên derhiqûqî hene. Divê bi hûr û kûr werin vekolandin. Li Rûsyayê lîstik heye, li Yewnanistanê jî. Daxwaznameyên min dayîn wan hene. Ew, Sefîrê yewnanan li cem min îltîca qebûl k ir. Baş e lê piştre çi kirin? Lîstikeke mezin heye. Hûn dikarin ji Îtalyayê agahiyan bixwazin. Divê rastiyên heyî derkevin holê. Rûyê rast ê D’Allema jî derket holê. Em ji Îtalyayê hatine revandin. Niha di nava fikaran de ye. Peywira dadgehê jî ya DMME’yê jî ew e ku vê lîstika mezin derhî bike.” 
 
NOQTEYÊN DI TARIYÊ DE
 
Ocalan, di 5’ê tebaxa 1999’an di hevdîtina bi parêzeran de dibêje ku rola Ingilistan û DYA’yê pir eşkere ne û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Yewnanistan weke taşeron bi kar anîn. Lîstikeke pir dîrokî lîstin. Gelek aliyên wê hêj diyar nînin. Mijara ku hêj ez baş sernegihiştim ew e ku nizanim bê ka li Tirkiyeyê bi kîjan derdoran re lihev kirine. Min li komîsyonê jî got ku biryara têkildarî min li Tirkiyeyê hatiye dayîn. Hinek aliyên di tariyê de mayîn hene. Di demên berê de Çîller-Thatcher li dijî me şerekî mezin kirin. Ingilistanê Kurdistan serûbin kir û şewitand. Di van biryarên li dijî kurdan de rola Ingilistanê pir mezin e.” 
 
ARMANC ŞERÊ KURD Û TIRKA YE
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina bi parêzeran re ya di 26’ê tebaxa 1999’an de qala ji Şamê çûna Atînayê û rola Ingilistanê ya di girtina wî de dike û ev tişt anî ziman: “Biryara îmhakirina min di sala 93’yan de dan. Ewqas bi talûke mijûlbûna ingilîzan girîng e. Roja ku ez çûyîm Kenyayê, haya wan jê hebû ku li Kenyayê me. Yewnanan digotin me bi veşarî kiriye. Heke ez biçûma cihekê din jî dê heman tişt biqewimiya. Dikare li ser lêkolîn were kirin. Divê pir li ser Baduvas bê sekinandin. Berpirsyar wî di komployê de heye. Kesayetê divê herî zêde bê ronîkirin ew e. Di mijara derbasbûna min a ji Şamê ber bi  Atînayê ve de berpirsyariya wî pir mezin e. Almanya jî di nav de, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û ji ber nêzikatiya xwe ya di mijara meseleya kurd de tevahiya Ewropayê ji bo bêbandorkirina min lihev kiribû. Ez dijîm an najîm êdî girîng nebû. Kontrol ne di destê min lê di destê wan de bû. Çawa bixwestana dikariyan wisa tevbigerin. Mijara gorîlên Yewnanistanê ev bû; ji bo ku Yewnanistan di vê pêvajoyê de pak derkeve, dixwestin min bi darê zorê derxînin û bi Tirkiyeyê bidin kuştin. Tekane armanca wan ew bû ku di navbera kurd û tirkan de şer derxînin û heke ev nebûbûya jî dixwestin li ser min bazariyê bikin. Dixwestin bi vê yekê re Tirkiyeyê bixin nava komployê. Min hewl da vê komployê vala derxînim. Ji Baduvas heta yên din, divê werin lêkolînkirin. Kalenderidis 6 salan li Tirkiyeyê ma ye. Li Norweçê hevalekî wî yê kurd jî heye. Bawerim ji kurdên noker e. Divê ew jî were vekolandin.” 
 
'XWESTIN GELEKÎ TUNE BIKIN’
 
Ocalan, diyar kir ku mebesta ew bû ku di şexsê wî de gelekî tune bikin û wiha domand: “Bila rewşenbîrên kurd vê bûyerê vekolin. Bila rewşenbîrên tirk jî vekolin. PKK di vê pêvajoyê de baş tevgeriya. Li her derê xiyanet heye. Min dixwest vegerim Kurdistanê lê Moskov û Atînayê nehiştin. Ji ber ku xiyanet hebû, ne dixwestin ne jî ber didan. Dema hatî girêdan ma dê li nava golê bikarî çi bikî? Tenê ji bo nexeniqî hewl bidî taktîka bizavê bikî. Ji xiyanetê heta manîpulasyın, sextekarî, hêz û hwd. her tiştek hebû. Gelo Rojava çima ewqas hovane tevgeriya? Dema min digot qederê hêj zû ve xwe rêsiyabû, qala vê dikim. Divê lêkolîneke zanistî were kirin.” 
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtina 13’ê kanûna 1999’an de tespîta “Komplo li Tirkiyeyê hate kirin” dike û vê şîroveyê dike: “Tu kes nikare bi dîrokê re bilîze. Min rewşeke pir tarî dît. Girtina min, karê baskê cewherî ya NATO’yê ye. Efserên Yewnanistanê yên di nava NATO’yê de bi fermana Amerîkayê gelo ma ji bo xizmetê ji Tirkiyeyê re bikikn an ji bo ku serê Tirkiyeyê têxin belayê ev yek kir? Lîstika herî mezin li Tirkiyeyê hate kirin. Ez dibêjim ku bila were vekolandin. Di asta NATO’yê de, di asta îstîxbaratê de efseran xwe birêxistin kirine. Kostulas 20 salan di nava NATO’yê xebat kirine. Ez nabêjim ev yek teqez e û sedî bi sed wiha ye. Gelo ji bo îmhakirina min an ji ber ku pir ji TC’ê hez dikirin lewma hatim teslîmkirin?” 
 
DI KOMPLOYÊ DE SEDEM Û ENCAM
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzeran a di 9’ê gulana 2001’an de dibêje ku teslîmgirtina wî sedem û anîna wî ya Îmraliyê jî encam e û wiha dibêje: “Senaryo ji hêla Rojava ve hate nivîsandin û aktorê sereke Rojava ye. Rola gardiyantiyê û înfazê jî dan Tirkiyeyê. Ingilistan bi awayekî veşarî balafirê ji Swîsreyê digire. Yewnanistan tirsnak e. Kenya jî di destê sîxûrên CIA û Îsraîlê de ye. Moskov jî hatibû eyarkirin. Zexta psîkolojîk a li dijî Îtalyayê jixwe tê zanîn. Li hêla din Almanyayê ez qebûl nekirim. Yewnanistanê digot; ‘Apo dê di nîva rê de bimre’ û sefîr dê demance bida min.  Belgeyên van tevan hene. Dê min bi demanceyekê li ber xwe dabûya, dê bi dehhezaran kes bihatina kuştin û bi vê yekê re Tirkiye teslîm bihata girtin. Lê piştî ku ev têk çûyî, îcar jî dest bi gotinên evînê kirin; bi rêya artîstan bi gotinên derew hewl dan ser rastiyê veşêrin.”
 
‘EM Ê MÎNA BERÊ NEJÎN’
 
Piştî hevdîtina di 27’ê tîrmeha 2011’an, hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi parêzeran re hatin astengkirin. Ocalan, di hevdîtinên bi Şandeya Îmraliyê yên di navbera salên 2013 û 2015’an de têkildarî armanc û encamên komployê axivî û got ku “Min komplo vala derxist.” Di hevdîtina 23’yê sibata 2013’an de Rêberê PKK’ê tespîta “Ez komployê vala derdixînim” dike û wiha dibêje: “Heke bikarim bi ser kevim dê ne girtiyên KCK’î û ne jî tu girtiyên din bimînin. Heke ev nebe dê bi 50 hezar kesan re şerê gel derkeve. Yê mirî dê bimre, ez jî xwe tev li nakim. Lê divê her kes baş bizane ku em ê ne mîna berê bijîn û ne jî mîna berê şer bikin.” 
 
'KOMPLO TÊN HILBERANDIN’ 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 21’ê tîrmeha 2013’an de diyar kir ku piştî Tirkiye bûyî endama NATO’yê polîtîkayên xwe li ser 3 lobiyan xistine meriyetê û ev tişt anî ziman: “Ji Menderes heta niha wiha ye. Her tim komplo tên hilberandin. Heta Turkeş jî çû û perwerde dît. Di destpêka salên 90’î de Dogan Gureş çû Ingilistanê. Di dema vegerê de got ‘Biryara erêkirinê dan. Tesfiyekirina kurdan jî piştî wê dest pê kir. Ev tevek jî biryarên lobiyan e. Di esasê xwe de di demên berê de planên lobiyên yahudiyan ên li ser başûrê Kurdistanê hebûn. Projeya prot Îsraîl e. Piştre jî biryara xwe li ser Filistînê didin. Ji Talat Paşa heta niha bibandor in. Jixwe wan ew gihandiye. Heta dorê li Mûstafa Kemal jî digirin û teslîm digirin. Li hemberî Mûsil-Kerkûkê, dibêjin komar. Bi vê yekê re jî Mîsak-i Mîllî xera dibe. Wê demê Londra gelemperî di destê cihûyan de ye. Ya ku ez anîm vê derê jî ev polîtîka bû. Tişta ku dixwazim bibêjim ew e ku ev polîtîka hêj didome. Divê mirov piştperdeya dîrokî baş fêm bike. Xwestin li ser netewe-dewleta kurd a biçûk tevahiya kurdan teslîm bigirin. Sedam jî bi vê boneyê tesfiye kirin. Ji salên 1950-60’an heta niha polîtîkayên qirkirinê xistine meriyetê. Vaye qurbanê herî dawî yê vê polîtîkayê jî ez im.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 
Sibe: Komplogeran winda kir, Ocalan gerdûnî bû