Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir

img
STENBOL - Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku sekn û berxwedana 24 salan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kompoloya li dijî xwe pûç kir û dê bi vê tecrîdê jî nikaribin pêşî li pêşniyazên çareseriyê yên ku Ocalan pêşkeşî Rojhilat Navîn dike bigirin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal berê di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê hêzên navnetewî ve di encama kompoleyek navdewletî de radestî Tirkiyeyê hat kirin. 24 sal in Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û 2 sal in agahî jê nayên girtin. Her çiqas destû neyê dayîn ku agahî ji Ocalan bê girtin jî lê paradigmaya ku li pêş xistine ji bo tevahiya dinyayê bûye hêviyek mezin. 
 
Ji Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî ku parêzeriya Abdullah Ocalan dike, komploya navdewletî û tecrîda li ser Ocalan nirxand. 
 
Emran Emekçî
 
CIHÊ KU QANÛN LÊ XETIMÎNE: ÎMRALI 
 
Emran Emekçî diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê li Îmraliyê tê birêvebirin di dîrokê de tiştek yekemîn e. Emekçî da zanîn ku di mînaka Kampa Guantanamo ku wek deqek reş derbasî dîrokê bûye jî tiştek wisa nehatiye dîtin û pergala Îmraliyê wek “Îmrali herêmek ku hiqûq û qanûn lê nayê nufuzkirinê ye” pênase kir. Emekçî diyar kir ku 22 meh in agahî ji miwekîlên xwe nagirin û hemû hewldan û serlêdanên wan ji aliyê makanîzmaya hiqûqê ve bêbersiv tê hiştin û tu ravekirina astengkirin û qedexeyên li pêşiya hevdîtinê tune ye. 
 
HEVKARTIYA ÎKTIDARÊ Û DARAZÊ 
 
Emekçî anî ziman k udi encama hevkariya îktidar û darazê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan dijwartir dibe û dema mijar dibe Abdullah Ocalan ne li qanûnan ne jî li hiqûqê tê guhdarîkirin. 
 
AYME SERLÊDANÊN WAN PIŞTGUH DIKE 
 
Emekçî anî ziman ku ji ber hevkariya îktidar û darazê, Dadgeha Destûra Bingehîn bêhikm dimîne û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ku têkildarî rewşa Îmraliyê biryara binpêkirina mafên mirovan daye bi bîr xist û her çiqas ew serî li Dadgeha Destûra Bingehîn didin jî lê li ber çavan nagire. 
 
SEKNA 24 SALAN A LI ÎMRALIYÊ 
 
Emekçî destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re peyamê didin hemû aliyên çareserxwaz û dibêjin “heke hûn dengê xwe bikin, wê rewşa we bibe wek ya Ocalan” û Abdullah Ocalan tam jî li dijî vê rewşê û lêferzkirinê derdikeve û li ber xwe dide. Emekçî anî ziman ku ji roja ku Ocalan li Îmraliyê tê ragirint vir ve her tim ji parêzerên xwe re gotiye, “Pozîsyona min a li vir ew e ku komployê pûç bike û çareseriya demokratîk û aştiyê pêk bîne.” Emekçî da zanîn ku van gotinên Abdullah Ocalan kurteya sekn û berxwedana 24 salan a li Îmraliyê ye. 
 
PROJEYA OCALAN HÎMÊ PERGALA SERDESTAN HEJAND 
 
Emekçî anî ziman ku pêşniyaz û israra Abdullah Ocalan a di çareseriya demorkatîk û aştiyê de hîmê hêzên navnetewî dihejîne û ‘Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk’ a Ocalan hîmê statükoya sed salî jî hejandiye. 
 
'OCALAN BI BERXWEDANA XWE KOMPLOYÊ PÛÇ KIR’ 
 
Emekçî destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan plansazkirî û prgoramkirî ye û rêbaza tecrîda îro li Îmraliyê li gel derûnnasan hatiye amadekirin û wiha got: “Ev yek rêbazek îşkenceyê ye. Dixwazin demek dirêj li cihekî bi tenê bigirin û şikandina îradeyê ye û bibin ser xeta xwe. Ev pergal ji aliyê Pentagonê pêşniyaz kiriye û li Îmraliyê xistine dewrê. Birêz Ocalan li dijî van hemû polîtîkayên tecrîda girankirî bi berxwedana ku nîşan dide komployê pûç kiriye. Birêz Ocalan bi têkoşîna xwe ya salan 5 pirtûk amade kir û hemû pergalên dinyayê deşîfre kir û pergala li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêşniyaz kir û gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên dinyayê gihand polîtîkayek xurttir.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak