Zapatîstayî li benda dewletê neman xweseriya xwe ava kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Zapatîstayî ji dêleva ku li benda dewletê bimînin, bi derfetên xwe jiyanekî kolektîf ava kirin. Ew di qadên çandinî, edalet, tenduristî, perwerde û rêveberiyê de pratîkekî afirîner nîşan didin.

Meksîka di 16'ê Îlona 1810'an de serxwebûna xwe îlan kir û ev biryar di 27'ê Îlona 1821'ê de hat qebûlkirin. Di sala 1846'an de, di şerê bi DYA’yê re Meksîkayê nîvê axa xwe ji dest da. Fransayê di sedsala 19'emîn de Meksîka dagir kir. Di sala 1861'ê de Maximilianê I'emîn derket ser text û Împeratoriya Duyemîn a Meksîkayê hat avakirin. Di sala 1884'an de Porfirio Diaz bû desthilat. Zextên rejîma Diaz bi Şoreşa Meksîkayê (1910-1920) bi dawî bûn.
 
Piştî ku yek ji pêşengên şoreşê Emilano Zapata bi komployekê hat kuştin, gelên li başûrê Meksîkayê gelek salan bêrêxistin man. Gelek caran desthilatdarî guherî, lê rewşa gelên li başûr nehat guhertin. Gel li ser axa xwe ya ku hatibû desteserkirin, wekî koleyan dihatin xebitandin. Eyaleta herî mezin a li başûr, Chiapas, bi van polîtîkayan bû yek ji herêmên herî xizan.
 
Li dijî sepanên tund ên li ser gelên xwecihî, serhildanekî dest pê kir: Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (EZLN). Rêxistina ku navê xwe ji rêberê Şoreşa Meksîkayê Emiliano Zapata girtiye, di sala 1983'yan de li Daristana Lacandonê hat avakirin. Rêxistinê gotin û biryarên gel wekî esas qebûl kir.
 
Di 1'ê Çileyê 1994'an de, dema ku peymana bazirganiya azad a di navbera DYA, Kanada û Meksîkayê (NAFTA) de ket meriyetê, EZLN’ê dest danî ser gelek şaredariyên li Chiapasê û li dijî Meksîkayê dest bi têkoşînê kir. EZLN’ê ev serhildan wekî “şerê li dijî jibîrçûnê” pênase kir. Şer û pevçûn 12 rojan berdewam kirin.
 
Piştî zêdebûna zextan, serokwezîrê wê demê Salinas de Gortari di 12'yê Çileyê de biryara agirbestê da. Di pevçûnan de ji her du aliyan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da. EZLN’ê jî di 13'yê Çileyê de ragihand ku ew navbeynkariya Serpîskopos Samuel Ruiz qebûl dikin.
 
TÊKILIYA YEKEMÎN
 
EZLN’ê wekî nîşaneya jidilbûnê, General Absalón Castellanos ê ku dîl girtibû, serbest berda. Hikûmeta Federal a Meksîkayê di 18'ê Çileyê 1994'an de Manuel Camacho Solís wekî berdevkê pêvajoya muzakereyê diyar kir. Bi vî rengî, di 21'ê Sibata 1994'an de di navbera EZLN û Dewleta Federal a Meksîkayê de têkiliya yekemîn a bi navê "Diyaloga Katedrala San Cristóbal de Las Casas" dest pê kir.
 
Di pêvajoya yekem a muzakerayan de li ser navê hikûmetê Camacho Solís, li ser navê Dêra Katolîk Samuel Ruiz û ji EZLN’ê tevî Subcomandante Marcos 18 gerîla cih girtin. Pêvajo di 2'yê Adarê de bi awayekî ku her du aliyan jî razîbûna xwe nîşan dan bi dawî bû. Lêbelê şandeya EZLN’ê diyar kir ku biryardarên aştiyê ne ew in, ew ê nêrîna gundiyan bipirsin. Vê helwestê sempatiya civakê ya li hemberî EZLN’ê zêdetir kir.
 
KONGREYA NETEWEYÎ
 
Dema Meksîka amedekariyên hilbijartinan, namzetê PRI Luis Donaldo Colosio yê aştîxwaz di 23'yê Adarê de hat kuştin. Piştî vê bûyerê EZLN’ê ragihand ku wan pêvajoya muzakereyan rawestandiye. Zapatîstayiyên ku venegeriyan têkoşîna çekdarî, bang li gelê Meksîkayê kirin ku ji bo demokrasî, azadî û edaletê diyalogekî nû ya neteweyî ava bikin. Di 10'ê Hezîrana 1994'an de bi deklaraosyona duyemîn banga "Kongreya Demokratîk a Neteweyî (CND)" hat kirin.
 
Bi vê gavî re gelê Meksîkayê rasterast bû muxatabê pêvajoya aştiyê. Kongreya Demokratîk a Neteweyî di navbera 6-9'ê Tebaxê de bi beşdariya 6 hezar delegeyên ji 31 eyaletan, 700 rojnamevanên ji 21 welatan û 200 çavdêran civîya. Bi hezaran kesên ku ji gelek deverên cîhanê hatibûn herêma herî xizan a Chiapasê, cara yekem bûn şahidê xizaniya gelê xwecihî.
 
Piştî vê civînê, têkoşîna mafan a gelê xwecihî di qada neteweyî û navneteweyî de zêdetir hat nîqaşkirin. CND’ê her çiqas ji bo hilbijartinên 21'ê Tebaxê helwestej diyar nekir, lêbelê gelek çalakî û weşanên li dijî partiya desthilat kirin. Vê yekê bû sedem ku partiya PRI dengên xwe winda bike û di parlamentoyê de lawaz bibe.
 
Hilbijartinên 1994'an bû destpêka pêvajoya avakirina xweseriya Zapatîstan. EZLN’ê ragihand ku ew encamên hilbijartinên Chiapasê nas nakin.
 
JINAN PÊŞENGÎ JI BERXWEDANÊ RE KIR
 
Di pêvajoya hilbijartinê de leşker şandin herêma Las Cañadas a ku fermandarên leşkerî yên EZLN’ê lê bûn û ketin û derketina gundên Zapatîstayiyan hat sînordarkirin. Fermandariya Giştî ya EZLN’ê ragihand ku wan ji bo şikandina vê dorpêçê kampanyayekî leşkerî daye destpêkirin. Piştî çalakiyên gel, hêzên ewlehiyê ji herêmên Zapatîstayiyan derketin. Jinên xwecihî pêşengiya vê berxwedana sivîl kirin. Di pêvajoya de, rola jinan di Tevgera Zapatîsta de her ku çû mezin bû. Di avakirina xweseriya Zapatîstayê de jinan rolekê çalak lîstin.
 
PEYMANA AŞTIYÊ YA SAN ANDRES
 
Dewleta Meksîkayê di 24'ê Kanûna 1994'an de EZLN dîsa vexwend ser maseya muzakereyê. Hikûmetê bi serokatiya Metrean Samuel Ruiz Komîsyona Navbeynkariya Neteweyî (CONAI) ava kir. Desthilatê Ernesto Zedillo, dema ku destpêkirina muzakereyê dihat payîn, bi ser gundên Zapatîstan de girt. Der barê fermandarên EZLN’ê de biryara girtinê hat dayîn.
 
Li bajarê Meksîkoyê protesto zêde bûn. Li ser vê yekê Meclisa Nûneran a Neteweyî ya Meksîkayê di 10'ê Adara 1995'an de Qanûna Diyalog, Lihevhatin û Aşitiya Birûmet a li Chiapasê derxist. Ev qanûn bû bingeha hiqûqî ya qonaxa duyemîn a danûstandinên aştiyê ku wekî Hevdîtinên San Andrés di dîrokê de cih girt.
 
Muzakereyên aştiyê di 9'ê Nîsana 1995'an de li gundê San Miguel ê Ocasingo bi fermî dest pê kirin.
 
PÊVAJOYA AVAKIRINA XWESERIYÊ
 
Di pêvajoya danûstandinan de şeş mijarên sereke hebûn: “Maf û çanda gelê xwecihî”, “Demokrasî û edalet”, “Jiyana baş û pêşketin”, “Mafên jinên xwecihî”, “Lihevhatin û çareserî” û “Bidawîkirina dijminatiyê”.
 
Peymana San Andrés di 16'ê Sibata 1996'an de hat îmzekirin. Vê peymanê nasname, çand û mafên kolektîf ên gelên xwecihî qebûl dikir. Lêbelê dewleta Meksîkayê mercên peymanê bi cih neanîn. Guherînên destûra bingehîn nehatin kirin û xalên der heqê xweseriya gelê xwecihî hatin rawestandin. Ev helwesta dewletê bû sedem ku Zapatîstayî biryarek stratejîk bidin: Êdî li benda çareseriya desthilata navendî nemînin.
 
EZLN rexmê ku peyman nehat sepandin jî, venegeriya ser şerê çekdarî. Ji dêleva wê de têkoşîn bir qada sivîl û civakî. Zapatîst ji "dema gotinê" derbasî "dema çalakiyê" bûn û pêvajoya avakirina xweseriya fiîlî dan destpêkirin. Li Chiapasê “Şaredariyên Xweser ên Zapatîstayiyên Serhildêr (MAREZ)” hatin ragihandin. Piştre “Hikûmetên Rêveberiya Baş (Juntas de Buen Gobierno)” hatin avakirin. Van saziyan di qadên perwerde, tenduristî, edalet û hilberînê de pergalekî serbixwe ava kirin. Di vê pergalê de ku bi rêgeza “Yê ferman dide, divê guhdar bike” birêve diçe, biryar di meclisên gel de tên dayîn.
 
Rexmê ku zextên li ser gel bi dawî nebûbin jî, têkoşîna Zapatîstayê di her qadê de berdewam dike. Tecrubeya Zapatîstayê nîşan dide ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de ji nû ve birêxistinkirina jiyana civakî ye. Zapatîstayî nîşan didin ku aştî ne tenê li ser maseyê, di jiyana rojane ya gel de dikare were avakirin.
 
MA / Bêrîvan Altan