Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin 2022-05-23 11:58:23   DÎLOK - Li Dîlokê esnafek nijadperest bi gotinan êrişî stranbêjên kurd kir. Polîsan jî ji stranbêjan re gotiye, “Hûn stranên kurdî bêjin, hûnê wisa rastî êrişê werin.”    Zextên li ser hunera kurdî ango stranbêj û muzîkjenên kurdî zêde dibin. Di van rojên ku konserên kurdî yên hunermend Aynur Dogan, Metîn-Kemal Kahraman, Koma Stêrka Karwan hatin betalkirin û hunermendên kurd Xalîde û Zelal Gokçe hatin binçavkirin, zext û qedexeya li ser hunera kurdî dide nîşandan ku di çi astê de ye.    Li navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê di 20’ê gulanê de 4 muzîkjenên ku li kolanê stranên kurdî digotin, bi êrişek nijadperest re rûbirû man. Esnafek bi navê Mustafa ku cîgerfiroşiyê dike, ji ber stranên kurdî êrişî muzîkjenan kir. Ev esnaf ji stranbêjan re dibêje, “bi kurdî nebêjin, kes ji we fêm nake.” Vî esnafê nijadperest heqaret li stranbêjan kiriye û pişt re jî stranên ku pesnê nijadperestiya tirkîtiyê didin di hoperlarê de bi dengek berz vedike û dide guhdarîkirin. Li ser rageşiya ku qewimî polîs hatin cihê bûyerê û ciwanên stranên kurdî dogitin ji wir dûr kirin.    Stranbêj Ahmet Yildiz û Zîlan Erkan qala tiştên hatine serê wan kirin.    STRANÊN BI NAVEROKA NIJADPEREST DAYE GUHDARÎKIRIN    Ahmet Yildiz anî ziman ku ji ew stranan bêjin çûne qadê û wiha got: “Ew esnafê nijadperest hat ba me û stranên ku kîn û nefret di naveroka wan de heye, di hoparlorê de vekir. Stranên nijadperest bûn. Ji me re got, ‘heke hûn stranên kurdî bêjin em ê jî van stranan lê bidin’.”    Yildiz anî ziman ku li ser van gotinên esnafê nijadperest polîs hatine gel wan û wiha axivî: “Polîsan di bin navê lêpirsîna nasnameyê de du saet sekinandin. Piştre ji me re gotin, ‘heke hûn stranên kurdî bêjin, milet fêm nake. Hûn van stranan bêjin hûnê rastî êrişên wiha werin’. Ev gotin êrişan zêdetir dikin.”    Yildiz got polîsan paşê wan ji wir dûr kiriye. Yildiz destnîşan kir ku tevî astengî û êrişan jî ew ê dest ji stranên kurdî bernedin.    'EM Ê DEST JI ZIMANÊ XWE BERNEDIN’    Zîlan Erkan jî wiha qala tiştên qewimîn kir: “Armanca me ew bû ku em stranên kurdî bêjin. Tu tiştek îlegal tune bû. Ji me re gotin, ‘hûn bi kurdî nebêjin baştir e, ev der Tirkiye ye, kes ji zimanê we hez nake’. Ji me re dibêjin ku ji zimanê me fêm nakin. Em jî dibêjin ku em ê dest ji ziman û stranên xwe bernedin. Em ê her stranên xwe bêjin.”    MA / Ceylan Şahînlî