Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir 2022-09-27 15:21:28   AMED - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan ê li sînagoga li navçeya Çermûgê ku bi hilweşînê re rû bi rû maye lêkolîn kirin, ji bo rizgarkirina sînagogê bang li Wezîrê Çandê kir.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Garo Paylan, li sînagoga li navçeya Çêrmûga Amedê ku bi xetereya hilweşînê re rûbirû maye lêkolîn kir. Paylan, da zanîn ku sinagog di sedsala 15’emîn de bi bikaranîna kevirên bazalt û kalker ên Amedê hatiye avakirin û bi lêv kir ku sinagog heta salên 1960’î ji aliyê cihûyên çêrmûgî ve dihate bikaranîn. Paylan, anî ziman ku piştî cihû ji navçeyê qediyan îbadetxane weke mal û depo hatiye bikaranîn û îbadetxane ji ber xwedînederketinê li ber hilweşînê ye.    JI BO KU BÊ PARASTIN NEKETINE NAVA LIV Û TEVGERÊ   Paylan, bi bîr xist ku li vê sînagogê bi sedan musewiyan îbadet kirine û wiha got: “Niha li ber hilweşînê ye. Bi hin piştgiriyan li ser piyan dimîne. Sînagoga ku weke cihê nimêjê li ser piyan maye, di sala 2002'an de ji aliyê Midûriyeta Desteya Parastina Çand û Hebûnên Xwezayî ya Amedê ve weke 'hebûneke çandî' hatiye tescîl kirin. Lê tevî bi ser tescîlê re 20 sal derbasbûn jî ji bo sinagog were parastin ji bilî hin biryaran neketina nava liv û tevgerê.”   BANG LI WEZARETA ÇANDÊ KIR   Paylan, ji bo sînagog ji hilweşandinê bê rizgarkirin bang li Wezîrê Çandê kir û got: “Ev sinagog yek ji îbadexaneya dawî ya cihûyên ku li Anatoliyayê mayî ye. Ev sînagog di bin parastinê de be jî niha li ber hilweşînê ye. Sînagoga ku yek ji îbadexaneya dawî ya cihûyên li Anatoliya navîne biparêzin.”