Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan 2024-02-18 11:12:51 NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî de staneke nû ya hilbijartinê ya jinan amade kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bernameya têkildarî danezana hilbijartinê ya li Enqereyê de strana hilbijartinê ya nû ya jinan eşkere kir. Gotinên stranê “Dema Star” ji hêla dengbêj Xalîde ve hatine nivîsandin û muzîk û aranjeya wê jî aydê Kemal Yildirim e. Stran ji hêla Jin MA û Axînê ve hat strîn. Gotinên stranê wiha ne:    Xwediyê dîroka kevnar Dîrok hûnande her car Xwezayê re bû hevpar Dem wek rojê hîv û ar   Xwediya kofî û kitan Rîşê şaran hûr badan  Sûret bi deq û nîşan  Ew vîn ewj jin û jiyan   Azadiya jin û jiyan Dem e ya dengê te Dem xwebûn e, deng bide Dem e ya dengê te   Derkeve ser baniyan Xweşke rake tililiyan  Rabe êdî dema me  Dem ji bo me bû star   Dem li gund û bajaran Serhedê heya Botan  Kulîlkên li deşta Xerzan Amed heya Behdînan