Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin 2025-11-05 11:48:29   AMED - Di danişîna jinûvedarizandina weşanger Azad Zal de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, daxwaza cezayê hefsê hat kirin.    Danişîna 2’yemîn a doza nivîskar û xwediyê Weşanxaneya J&J’ê Azad Zal ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jinûve tê darizandin, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidaxistin.    Zal, tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Abdullah Çager amade bû.    Serokê dadgehê da zanîn ku di bersiva muzekkereya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatibû şandin de biryara neşopandina lêpirsînê hatiye dayin. Dozger jî di mutalaaya xwe de xwest Zelal bi heman îdiayê bê cezakirin.    Parêzerê Zal got ku tev li mutalaayê nabin û ji bo parastinê dem xwest. Dadgehê daxwaza qebûl kir û danişîn taloqî 26’ê Çileya 2026’an kir.