Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe

img
STENBOL- Çîrokbêj Ayhan Erkmen, anî ziman ku dîroka gelê kurd di çîrokan de veşartiye û lewma "çîrok bibîranîna dîrokê ye" û got: "Ketime dû çîrokên zarokatiya xwe."
 
Çîrok, di dîrok û çanda kurdî de xwedî cihekî girîng e. Bingeha xwe ji dîrokê digire û lewma bibîranîna civakê ye. Çîrokên kurdî, li gund û warên kurdan heya roja îro hebûna xwe parastine. Çîrokbêj Ayhan Erkmen, têkildarî çîrok û çîrokbêjiyê kir.
 
Erkmen, anî ziman ku bi dîroka kurdan pir hatiye lîstin û got: "Ew qehremanên herî mezin, evîndariya herî mezin ên ji nav gele me derketine, ji ber vê hatine jibîrkirin. Ez dixwazim avêkê bidim tiştên hatine jibîrkirin. Wan ji nû ve şîn bikim. Ew ji bo min bextewarî ye. Ew deyndarî ye, ez deyndarê dengbêh û çîrokbêja me. Dixwazim deyne xwe bidim."
 
BÎRA CIVAKÎ
 
Erkmen, bal kişand ser manîpulekirina dîroka kurdî û got: "Çîrokbêjî li Ewropayê tiştekî popûler e, hin kes tên ziman hîn dibin û pê re çîrokbêjyê hîn dibin. Lê li nav me kurdan çîrokbêjî kêm bûye, hatiye jibîrkirin. Derîyê çîrokbêjyê vala bûyê. Dema ez ji zindanê derketim min got, bila ew deynê stuyê min be, ez ê çîrokbêjiyê bikim. Û min dest bi çîrokbêjyê kir. Her tişt çîrokek xwe heye. Ez dixwazim wan bi hev re biborînim û bikarim di civakê de bîrekê çêbikim."
 
BERÊ Û NIHA ÇÎROK
 
Erkmen, di vî warî de berê û niha da ber hev û got: "Berê çîrokbêj li odeyan kom dibûn. Çil rojan, çil şevan çîrok digotin. Lê çîrokbêjya îro wisa nîne. Çîrok nayê guhdarkirin û temaşekirin. Mixabin. Dema ez li ser youtubê çîrokên kurt dibêjim, pir kes temaşe dikin. Lê gava çîrokê direj dibêjim, lê dinihêrim nayê temaşêkirin. Bawer bikin meriv çi qas çîrokan guhdar bike û temaşe bike, meriv ew qas kêfxweş dibe."
 
ÇÎROKBÊJÎ
 
Erkmen, anî ziman ku di dîroka kurdî de çîrok xwedî cihekî taybet in û û behsa çîrokbêjiyê kir. Erkemen got: "Formên çîrokan pir in. Heciyê Cindî, Celîlê Celîl, her çîrokbêjek bi terza xwe gotîye. Rojêkê li gundê me ceyran tune bû. Em diçûn odeyan, li ber sobê rûdiniştin. Dengbêj û çîrokbêj dihatin
odeyan. Deng distanrandin û çîrok digotin. Em jî dibûn guhdervan. Paşê ez dihatim malê min ew çîrokên ku guhdar kiribûn ji xwişkên xwe û diya xwe re  digotin. Ew çîrokbejna ger niha li vir bûna min ê çîrok negotana. Ez çîrokbêj im, ji ber vê jî serbilind im. Ku bikaribim bibim şagirtê dengbêj û çîrokbêjan, ji bo min bextewariyek pir mezin e. Gund bi gund digerim, çîrokan dibejim. Dibim mevanê dengbêjan. Xeyala min ez û dengbêj Mihemed Beyrû li ser sehnekê li ber operayê, ez çîrokan bejim ew ji stranê mala Seyîdxan bejê. Bawer im rojekê rewşa kurda baş bibe, em ê wê yeke jî bikin çima nekin. Ez îro ketime dû wan rojan, ketime dû zarokatîya xwe û çîroka xwe."
 
SÎO Û ZELÎXAN
 
Erkmen, behsa çîrokbejên gundê xwe Xalê Hesen, Xecê, Amojna Nesî û Apê Salî jî kir. Erkmen, diyar kir ku herî zêde çîroka "Sîo û Zelîxanê" ya Apê Salih bandor lê kiriye û qala çîroka wî ya bi navê Sîo û Zelîxanê.