Bernameya MA Muzîkê aşkere bû

img
AMED - MA Muzîkê bernameya xwe ya ji bo yekemîn salvegera damezrandina Zarok Ma'yê aşkere kir. 
 
Akademiya Ma Muzîkê bernameya xwe ya ji bo yekemîn salvegera damezirandina Zarok Ma'yê ku par ji bo zarokên temenê wan di navbera 0-5 salan de ava kiribû, aşkere kir. 
 
MA Muzîk dê di 29'ê hezîranê de merasîma mezûniyê û destûrnameyê li dar bixe û di çarçoveya bernameya diyar kiriye de hin atolyeyan û semîneran li dar bixe. 
 
Bernameya MA Muzîkê bi vî awayî ye: 
 
* 29 Hezîran: Li Akadameiya MA Muzîkê merasîma mezûniyê û destûrnameyê (19:00)
 
* 2 Tîrmeh: Bernameya mezûniyê ya Zarok Ma'yê û DÎwana Zarokan (18.00)
 
* 3 Tîrmeh: Konsera Koma Zarok MA û Orkestraya RÎtma Xwezayî ya Xwendekarên Akademiya Zarokan a MA Muzîkê (18.00)
 
* 6- 7 Tîrmeh: Konsera Koma MA û Orkestraya Muzîk Malî ya Silêmaniyeyê (20:30)
 
* 2-7 Tîrmeh: Semînerên li ser muzîka kurdî û atolyeyên ji bo Keman Viyolayê dê bên lidarxistin.