Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin

img
AMED - Şagirtên Ma Musîcê piştî perwerdehiyeke 3 salan destûrnameyên xwe wergirtin. 
 
Ma Musîc Center piştî perwerdehiyeke 3 salan bi merasîmekê destûrnameyên şagirtan da wan. Merasîma destûrnameyê li avahiya Ma Musîc Centerê hat lidarxistin. Şagirtên akademiyê û malbatên wan tev li merasîmê bûn. 
 
Şagirt yeko yeko çûns er dikê û enstrumanên xwe lêxistin û stran gotin. 
 
Piştî stranan şagirtan destûrnameyên xwe wergirtin. Merasîm bi çepikan bi dawî bû.