Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin

img
 
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd atolyeyên xwe didomîne. Atolyeya îro nivîskar Xecê Şen li ser mijara di wêjeyê de zayendiya civakî pêşkêş kir.
 
Komeleya Wêjekarên Kurd, atolyeyên xwe yên wêjeyê li avahiya xwe ya navçeya Rezana Amedê li der dixe. Di atolyaya 3'yemîn de nivîskar Xece Şen, mijara "Di wêjeyê de zayendiya civakî û zayendperestî" pêşkêş kir. Di atolyeyê de nivîskar û wêjevan jî amade bûn.
 
Xece Şen di pirtûkan de gotinên zayendî û gotinên pêşiyan ên zayendî ku di derheqê jinan de hatine gotin nirxand. 
 
'HEMÛ GOTINÊN PÊŞIYAN NE ÇANDA ME YE'
 
Şen wiha qala wan gotinên zayendî kir: "Porê dirêj aqilê sivik. Bi vî rengî gelek gotinên zayendî hene. Ew ne çandek ronakbîriyê ye. Her gotinên pêşiyan jî ne çanda me ye. Çanda ku desthilatdaran li ser me ava kirine jî hene. Em li dîrokê dinêrin ji berê ve gotin û civaka kurdan de zayendî tune ye."
 
DI WÊJEYÊ DE ZAYENDÎ
 
Şen bi lêv kir ku ew gotinên zayendî li ser wêjeyê jî bandor kiriye û got: "Di wêjeyê de jî gelek pêyvên zayendî hene. Di gelek helbestên kurdî de heqaret li jinan tê kirin. Divê pêyvên zayendî êdî neyên nivîsandin. Divê tiştên baş em biparizên yên xirab jî bavêjin."
 
Atolye bi pirs û bersivan û nîqaşan bi dawî bû.