Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin

img
ÊLIH - Serlêdanên 12’emîn Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Êlihê ve tê lidarxistin, dest pê kir. 
 
Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kûrt, di 12'ê Gulana 2010'an de di dema bûyerên xwendekaran de bi çekê hatibû kuştin. Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê jî ji wê çaxê heya niha li ser navê wî pêşbaziyên çîrokê çêdike. 
 
Serlêdanên 12’emîn Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kûrt, dest pê kirin. Pêşbaziya ku bi armanca bale bikişîne ser binpêkirinên mafan û berhemên baş ên serbixwe li wêjeyê zêde bikin, wê çîrokên bi kurdî û tirkî bên qebûlkirin. Dîroka dawî ya serlêdanê 1’ê îlonê ye. Xelatên pêşbirkê jî dê di 12’ê mijdara 2021'ê de bên dayîn. 
 
ŞERTÊN TEV LI BÛNÊ
 
Şertên tevlîbûna pêşbirkê wihane:
 
“* Berhemên ku tev li pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
 
* Zimanê pêşbaziyê, Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne dikare xelatê parve bike.
 
* Heta 1’ê Îlona 2022’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila serzankurt2011@gmail.com re bên şandin.
 
* Piştî ku encama 12’emîn Xelat Çîrokan a Şerzan Kurt aşkere bû, berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wê wek pirtûk bên weşandin. Kesên ku tev li pêşbaziyê dibin vê xalê dipejirînin.
 
* Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên aşkere kirin û xelat di 12’ê mijdara 2020’an de digel bernameyekê wê bê dayîn.
 
* Xelat, plaketeke ku dê ji aliyê saziyê ve bê dayîn. Xelat wek pere nayê dayîn.”