Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak

img

ŞIRNEX - Hunermendên NÇM’ê çûn serdana malbata hunermend û girtiya nexweş Nûdem Durak. Di serdanê de hunermendan diyar kirin ku divê piştgiriya bi Durak re were xurtkirin.

 
Endamên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) çûn serdana malbata hunermenda kurd Nûdem Durak a li bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku teşhîsa guatra jehrî li Durak hatiye kirin û ji ber gotina stranên kurdî hatibû girtin. 
 
‘JI HEMÛ GIRTIYAN RE AZADÎ’
 
Piştî serdanê, hunermandan li ber deriyê malbata Durak strana “Wey lêlê” striyan û piştgirî dan. Piştre jî li ser navê endamên MKM’ê ji Koma Dengên Jinên Azad Sema Ozel Asî axivî û wiha got: “Divê piştgiriya bi Nûdem Durak re were mezinkirin. Weke Dengên Jinên Azad me xwest em serdana malbata Nûdemê bikin. Weke hunermendên NÇM’ê em dibêjin ku em piştgiriyê didin hevala Nûdem û em ji hemû girtiyan re dibêjin azadî.”