Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye

img
AMED – Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan der barê wêjeya kurdî de destnîşan kir ku dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye û got: “40 sal e şerek li vir heye, em hemû şahidên vî şerî ne û em hemû jî di nava vî şerî de dijîn, lê me çi qas ew şer vegotiye?”
 
PENa Navneteweyî ji bo bale bikşîne ser nivîskarên girtî 15’ e Mijdarê wekî Roja Nivîskarên Girtî yên Cihanê diyar kir. Gelek nivîskarên kurd jî ji ber polîtikayên bişaftin û tunehesibandinê yên dewleta tirk di girtîgehan de ne. Bi wesîleya vê rojê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd li Amedê 3 rojan ji bo piştgiriya nivîskarên girtî ên kurd bernameyên cur bi cur li darxistin. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan têkildarî bernameyên ku hatine li darxistin, xebatên PENa Kurd yên ji bo nivîskarên girtî û wêjeya kurdî û rewşa heyî ya wêjeya kurdî nirxandin.
 
Der barê mijarê de Fîdan diyar kir ku Roja Nivîskarên Girtî yên Cihanê ji bo wan pir girîng e û lewma wê rojê ji bo piştgiriya nivîkarên girtî ên kurd li bakur û başûrê Kurdistanê bernameyên cur bi cur li dar xistine û wiha axivî: “Li bakurê Kurdistanê bi Komeleya Wêjekarên Kurd re me ji bo nivîskarên kurd ên girtî semîner li darxistin. Di semînerê de nivîskar Firat Can û Faysal Ozdemîr ku demekê di girtîgehê de ragirtî mabûn qala serpehatiyên xwe yên zindanê kirin. Her wiha li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd bi tevlîbûna nivîskar û xwendevanên kurd me helbestên nivîskarên girtî xwendin û ji bo nivîskarên girtî name û pirtûk şandin. Li başûrê Kurdistanê jî ji bo piştgiriya rojnamevan û nivîskarên girtî me pirtûk û name şandin. Em wekî nivîskarên li derva peywira me ew e ku em ew berhemên ku di girtîgehan de bi berxwedanê hatine nivisîn bidin danasîn û di nav hewldanê de bin ku nivîskarên girtî bikaribin mafê xwe yê azadiya ramanê pêk bînin. Ne tenê li Kurdistanê jî divê em dengê wan bigihînin tevahiya cîhanê. Ev jî peywira sereke ya PENa Kurd e. Ew xebat jî ji aliyê Komîteya Nivîskarên Girtî ya PENa Kurd ve hat lidarxistin.”
 
‘ÇÎROKA NIVÎSKARÊN DI ZINDANE DE NE’
 
Fîdan da zanîn ku ji bo nivîskarên girtî wekî PENa Kurd proje û xebatên cur bi cur li dar dixin û ev tişt gotin: "Girtîgeh vegûherîne kanên nivisînê. Ji ber ku derfet tune nivîskar nikarin di girtîgehan de nivîsên xwe derbasî ser komputerê bikin. Ji ber vê yekê wekî PENa Kurd me jî komîsyonek ava kir. Em hewl didin nivîsên wan derbasî komputerê bikin. Projeyên me jî ji bo nivîskarên girtî hene, em dixwazin çîrokên nivîskarên ku di zindanê de ne çap bikin. Me gelek çîrok jî ber hev kirine, her wiha dixwazin guldesteya helbestê jî çap bikin. Ne tenê bi kurdî em dixwazin bi zimanên din jî çap bikin ku dengê wan nivîskarên zindanê ragihînin cîhanê. Niha jî ew projeya me ber bi dawiyê ve tê.”
 
LI GIRTÎGEHÊ ZOR Û ZEHMETIYÊN NIVÎSANDINÊ 
 
Fîdan bi lêv kir ku li gorî berê derfetên nivisînê di girtîgehan de hîn kêm tir bûne û ev tişt anîn ziman: “Di panelê de nivîskarên ku di zindanê de ragirtî mane jî ev yek anîn ziman. Berê di girtîgehan de gelek kes di odeyekê de diman û bi deh hezaran pirtûk hebûn. Li gorî niha derfetên wê demê guncavtir bûn. Nivîskarekî ku demekê di zindane de maye got, ‘Min dixwest di pirtûka xwe de qala kolaneke Amedê bikim, lê kolan nedihat bîra min. Min jî name ji malbata xwe re dişand ku wêneyên wê kolanê ji min re bişînin. Heta name digihîşt malbatê û bersiv dihat çend meh derbas dibûn.’ Her tim xetereya serdagirtinê û desteserkirina nivîsan heye. Gelek nivîskarên kurd gotin, me roman, helbest û çîrok nivisîne, lê desteser kirin. Her wiha şandina derve ya wan berheman jî gelek zehmet e û gelek nivîskar hene ku hê jî pirtûka xwe nedîtine, qedexe ye. Wekî ku zarokekî mezin kiriye û aniye dinyayê, lê nikare bixwîne. Gelek endamên me di zindanan de ne an jî ji ber ku bi zindanbûyinê re rû bi rû ne penaberê dervayî Kurdistanê bûne.”
 
Fîdan diyar kir ku PENa Navneteweyî û nivîskarên din jî piştgiriyê didin nivîskarên girtî ên kurd û wiha got: “Em dixwazin ku êdî kesên din rewşa nivîskarên kurd ên girtî bînin ziman. Yanî ne ku em alikariyê dixwazin û pêdiviya me heye, em dixwazin ku xwedî li nivîskarî û afineriya zindaniyan derkevin û peywira xwe bi cih bînin. Yanî heke kesek bibêje ez nivîskar im û rewşenbîr im divê wekî peywireke rewşenbîriyê piştgiriyê bide nivîskar û rewşenbirên ji zindanê. Ew çend sal in komîteya me bi awayekî çalak dixebite û dengê nivîskarên kurd ên girtî jî li cihanê belav dibe. Her wiha komîteya me ji bo nivîskarên girtî jî xebatên cur bi cur dike û em wan xebatan radigihînin PENa Navneteweyî jî û em wê agahdar dikin. Di gelek waran de jî em piştgiriyê ji PENa Navneteweyî digrin.”
 
WÊJEYA KURDÎ: ZINDAN, WELAT, EWROPA
 
Di berdewama axaftina xwe de Fîdan bal kişand ser cudahiya berhemên wêjeyî yên girtiyan, ên dervayî welêt û li Kurdistanê jî û wiha domand: "Berhemên ku ji zindanê dertên, di hestan, nirxandin û nivisîndinê de bandora zindanê li ser wan heye. Gelek nivîskarên kurd ji ber polîtikayên dewletê nekarîne li Kurdistanê nivîskariya kurdî bikin û çûne Ewropayê. Gelek berhem jî li Ewropayê afirandinê ew berhem hemû jî pîroz in, karekî serkeftînê ye. Lê wekî ku dibêjin dîtin û gotin nabe yek, heke li ser Kurdistanê tu ji Kurdistanê tiştekî binivîsî wê cudatir bê ya ku li dervayî Kurdistanê hatiye nivîsandin. Di wêjeyê de jî ew yek xwe dide der. Teqez cudatiyek di navbera wêjeya Kurdistanê û dervayî Kurdistanê de heye.”
 
ROLA WÊJEYÊ Û NIVÎSKARÊN KURD
 
Fîdan têkildarî nîqaşên bandora zayendpêrestiya civakî ya li ser wêjeya kurdî û rewşa wêjeya kurdî ya heyî jî ev tişt anîn ziman: “Weke Rojava mînaka Arîn Mîrkan ya serhildanê, dîsa li Rojhilatê Kurdistanê rejîmek dibe qurbana porê Jîna Emîniyê û her wiha li Bakurê Kurdistanê jî ji her aliyî ve têkoşîna jinan heye. Ew têkoşîn bandorê li wêjeya kurdî jî dike. Helbet zehmet e ku pergala mêrsalarî ku bi çend hezar sal e heye, di mehekê de di nav wêjeya kurdî de derkeve. Di wêjeya kurdî de bi her awayî gelek berhem tên afirandin û nirxandinên wan jî tên kirin. Li gor mînakên heyî û rastiya dîrokê, wêjevan, nivîskar û rewşênbîrên cihanê rê li ber siyasetê vedikin û bîra neteweyî ronî dikin. Ev yek di nav kurdan de divê bê nîqaşkirin, rewşenbîran rola xwe çi qas pêk aniye? Bi hêsanî meriv dikare rexne û nîqaş bike. Êdî ew nivîsên Cigerxwîn ku ji ber dewletê dihatin veşartin li ser axa Kurdistanê wekî tov şîn dibin û fêkiyên xwe belav dike. Lê 40 sal e şerekî giran li ser kurdan tê meşandin û dîroka me ya nêzîk me çi qas karî binivîse? Ew çîrokên nivîskarên di zindanê de me nivîskarên ji derva çi qas çîroka wan nivisiye?”
 
DENGÊ NIVÎSKARIYA KURDÎ
 
Bi domdarî Fîdan destnîşan kir ku dengê rewşenbîr û nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye û wiha got: “Her dayik û zarokekî/e Kurdistanê romanek e. Serpêhatiyên nivîskarên kurd bi tena serê xwe çîrokek e lê mixabin nivîskaran ew deyne xwe yê li hemberî civakê nedane. 40 sal e şerek li vir heye, em hemû şahidên vî şerî ne û em hemû jî di nava vî şerî de dijîn, lê me çi qas ew şer vegotiye? Ev pirsgirêkeke mezine ji bo wêjeya kurdî. Berê digotin kesên ji derveyî Kurdistanê hîs nakin ku binivisînin, lê niha nivîskariya kurdî li Kurdistanê şax daye. Tevî vê yekê jî mixabin, em gelek kêm û qels mane. Hem ji aliyê peywira me ya civakî hem jî ji bo afirandina siyaseteke neteweyî em gelek qels mane.”
 
MA / Mahmût Altintaş