Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e

img
AMED - Şanoger Yavûz Akkûzû da zanîn ku li Amed, Wan, Êlih û Stenbolê 10 komên şanoyê hene û wiha got: "Ev 10 komên şanoyê di vê pêvajoya şer û qedexeyên li ser zimanê kurdî de berxwedaneke mezin e. Heke ev zext û zilm li kê bûbûna niha li holê nediman, lê ya kurdan li dijî qedexekirinan bertek e û dixwazin tiştekî ava bikin."
 
Şanoya Bajêr a Amedê, piştî ku qeyyuman li bajarên Bakurê Kurdistanê şano û akademiyên hunerê ên kurdî girtin di Sibata 2017’an de ava bû û ji wê rojê heta niha bi bernameyên cur bi cur li ser dikê ye. Şanoya Bajêr a Amedê niha jî amadehiyên bernameyên meha kanûnê dike. Bernameya meha kanûnê ya şanoyê dê di navbera 2-24’ê kanûnê de li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê bê lidarxistin. 
 
Şanoger Yavûz Akkûzû xebatên Şanoya Bajêr a Amedê û rewşa şanoya kurdî ya niha ji ajansa me re nirxand. 
 
LI ROJHILAT, BAŞÛR, BAKUR Û ROJAVAYÊ ŞANOYA KURDΠ
 
Akkûzû, der barê rewşa şanoya kurdî ya niha de diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê, Amed, Wan, Êlih û Stenbolê 10 komên şanoyê hene û ev tişt anîn zimên: “Ew 10 komên şanoyê di vê pêvajoya şer û qedexeyên li ser zimanê kurdî de berxwedaneke mezin e. Heke ew zext û zilm li kê bûbûna niha li holê nediman, lê ya kurdan li dijî qedexekirinan bertek e û dixwazin tiştekî ava bikin. Li gorî min ev hişmendiya polîtîk wan 10 komên şanoyê li ser lingan dihêle. Ji ber wê jî gelek bi wate ye. Mixabin em şanoya li Rojavayê tenê li ser medyaya sanal dikarin bişopînin, ne ew dikarin werin ne jî em dikarin biçin. Li Başûr jî 2 festîvalên mezin tên li darxistin; yek li Kerkûkê tê li darxistin ya din jî li Hewlerê tê li darxistin. Ya Hewlerê navneteweyî ye, ji ber wê em nikarin wekî şanoya kurdî pênase bikin, lê ya Kerkûkê şanoya kurdî ye. Li Rojhilat jî li Seqizê festîvalên Şanoyê tên lidarxistin îsal jî festîvalek li dar xistin. Ew ji bo şanoya kurdî festîvaleke gelek mezin e. Li Bakur, li Amedê em wekî Şanoya Bajêr a Amedê festîvalan li dar dixin. Her sal em festîvalên şanoyê li dar dixin. Îsal jî me ya 8’emîn li dar xist. Di wan festîvalan de 13 lîstikên kurdî me gihand hev. Ji Rojhilat, Başûr û Stenbolê komên kurdî hatin. Ew festîval hem koman digihîne hev hem jî têkiliyan çêdike. Yanî ev ji bo şanoya kurdî serbilindîyek e.”
 
BANDORA ŞANOYA BURJÛWAZIYÊ YA LI SER ŞANOYA KURDΠ
 
Akkûzû, bandora şanoya elîtîst û burjûwaziyê ya li ser şanoya kurdî jî nirxandin û wiha pê de çû: “Hemû huner weke qada elîtîst tê xuyakirin û heta demekê jî di destê burjûwayê de bû. Lê li dijî vê avangard derketin û li hember derketin. Ji berê di destê bûrjûwayê de bû, lê sekneke xurt li dijî vê yekê derket û niha rêya xwe dibîne. Şanoyên polîtîk û alternatîf derketin. Li dijî mantika arîstokrat û bûrjûwaziyê derketin. Her çi qas şanoya elîtîst û bûrjûwaziyê hebe jî, li dijî wê alternatîfek jî derketiye û di dîrokê de cihê xwe girtiyê û niha jî dijî. Her dû li dijî hev şer dikin û her tim jî wê şer bikin. Şanoya kurdî jî li dijî mantiqa arîstoteryal gelek karan dike, lê bi mantiqa arîstoteryel jî şanoyên klasîk dilîzê. Lê me şanoya forumê jî lîstiyê. Şanoya forumê ji aliyê Augusto Boa ve hatiye avakirin û di şanoyê de lîstikvan mijarekê datîne holê û ew mijar jî divê pirsgirêka wê civakê be û gel jî dikeve nava lîstikê. Em şanoyên ku bi mantika êlîtîst dilîzin jî li gor xwe wê elîtîzme derdixin û dilîzin.”
 
Akkûzû, destnîşan kir ku hewldanên wan ên li dijî şanoya bûrjûwazî û elîtîzmê hene û axaftina xwe wiha domand: “Li Kurdistanê carekê me şanoya sûkê çêkir, lê dadgehê ew asteng kir û qedexe kir. Yanî li vir şanoya derve ya di nav civakê de tune ye. Ji Tirkiyeyê tune ye, li Kurdistanê jî qet tune ye û tê qedexekirin. Li dijî tundiyan û binçavkirinan jî em dikarin şanoyên li derva di nav civakê de li dar bixin, lê divê di vê pêvajoyê de em li ser pêyan bisekinin. Ji ber ku li vir hişmendiyeke bi kurdî ava dibe. Li gorî vê demê ew ji bo kurdan û kurdî şoreşek e. Xwezî ew şano di nava civakê de bihata lîstin û belav bûbûna. Ev xwesteka me ye jî, lê mixabin rastiyeke Tirkiye ye û qedexe hene. Ne ku ji ber tirsê em vê yekê nakin, heke em bikin û sibê komên şanoya kurdî bên girtin û li vî welatî şanoya kurdî tune be, ev têkçûyîn e. Li vir niha berxwedanek heye. Di pêşiya me de lîstika Kela Dimdimê heye di wê lîstikê de pêvajoya ku kurd di nav de derbas dibin em dê bilîzin.  Lê ya ku derdikeve pêş komedî ye ew jî dibe sedema gotinên, ‘şanoya kurdî karên elîtîst dike.' Dibe ku ev rexne di cih de bin, lê li gorî derfetan ew rexne neheqî yê.”
 
‘DIVÊ ROL Û MISYONA HÛNERMENDAN HER TIM HEBE’
 
Akkûzû, bi lêv kir ku rol û mîsyona hunermendan di nav civakê de pir girîng e û ev tişt anîn zimên: “Divê rol û misyona hunerê ji bo rewşê her tim hebe. Ji vegotina şer û aloziyên ku kurd di nav de dijîn em weke şano ji bo vê rol û misyona xwe qels in. Lê di şanoya Kela Dimdimê de armanca me vegotina wan mijaran e. Mijara me têkçûyina kurdan a ji ber nebûna yekîtiyê ye. Berê helbet, wêne an jî lîstik bandora xwe li ser civakê pir zêde bû, lê niha di cîhanê de tişteke wisa tune ye. Şano an jî qadên hunerê yên din çi qas pir bin bandora xwe ew qas zêde dibe. Mînak bombebarandina li ser Rojavayê ez wekî şanoger çi qas bikim rojev û bilîzim bandor nake, lê heke bi sedan qada hûnerê, yek wêneyê wan bikşîne, yek filmê wan çêbike, yek helbest binivîse û yek jî strana wê bibêje bandora wê zêdetir be. Ev jî giredayî statûbûna kurdî ye.”
 
‘TEVÎ ZEXTAN JÎ EM KARÊ XWE DIKIN’
 
Akkûzû, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zor û zextên dewletê yên li ser ziman, çand û hunera kurdî jî û wiha axivî: “Weke xebatên me yên li Akademiya Cegerxwîn, Akademiya Aram Tîgran û li Navenda Çand û Hunerê ya Nûdaya Wanê wê li Mêrdînê jî çêbûbûna û wê li Kurdistanê li her derê belav bûbûna û hunermend ê zêde bûbûna. Lê polîtikayên bişaftinê û li dijî aştiyê her tişt xirab kir. Ew akademî hatin girtin, kom belav bûn. Desthilata Tirkiyeyê ew hêza hunerê dît û pêşî lê girt. Lê heke em li dijî vê nesekinin û gilî û gazînan bikin ji xwe em dê tune bibin. Yanî bandora xwe zêdetir li ser derfet û aboriyê bû. Bi rêya şeredariyan, me li gundan şano li dar dixistin, niha ew derfet ji dest me hatine girtin, di saloneke mezin de me şano li dar dixist, lê niha di saloneke biçûk de em dilîzin. Li sûkan me lîstikên zarokan dilîst, lê niha nikarin nikare xwedî bandoreke bi vî awayî be. Lê li dijî vê yekê hê jî şano tên li dar xistin, dibîstan tên avakirin, sînema karê xwe dike û her wiha muzîk jî bi heman awayî karê xwe berdewam dike. Ew sekin pir bi qîmet e.”
 
BERNAMEYÊN MEHA KANÛNÊ
 
Akkûzû, tekildarî xebatên şanoyê û bernameya meha Kanûnê de jî ev tişt gotin: “Di meha Kanûnê de 3 lîstikên me hene; Dek û Dolabên Scapen, Don Kîxot û Tartuffe. Ev her sê lîstik jî dê li salona me bê lîstin û xebateke me ya tûrneyê ya Êlihê heye. Temaşevan her tim tên hemû lîstikên me. Em bawerim dê dîsa salon tije bibin. Xwedîderketina temaşevanan a li şanoya kurdî xurt e.”
 
MA / Mahmût Altintaş