Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin

img

AMED - Weşanxaneya Wardozê di warê folklorê de 3 pirtûkên nû yên berhevkar Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl yên bi navê "Dîdarok û Qewlikên Zarokan", "Zêmar, Stranên Şînê" û "Qewl û Beytên Êzdiyan" çap kirin. 

Weşanên Wardozê, di warê folklorê de 3 berhemên din ên hêja gihand ber destên xwîneran. Weşanxaneya ku berê jî pirtûkên Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl yên bi navên "Dewrêşê Evdî", "Sêva Sêling", "Destana Kurdî", "Gotinên Pêşiyan", "Zargotina Kurdên Suriyeyê", "Çima Deve Xeyidî", "Destanên Me", "Gulançkzêrîn" çap kiribû; ev car jî 3 pirtûkên nû yên van berhevkaran bi navên "Dîdarok û Qewlikên Zarokan", "Zêmar, Stranên Şînê" û "Qewl û Beytên Êzdiyan" li pirtûkxaneya xwe zêde kir. 
 
DÎDAROK Û QEWLIKÊN ZAROKAN 
 
Di pirtûka "Dîdarok û Qewlikên Zarokan" ku ji 160 rûpelan pêk tê de, 
689 dîdarok û qewlikên zarokan û 76 şîret-qesîde hene. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970yî da hatine berhevkirin. Di dîdarok û qewlikan da hêvî, hesret, çoş, hezkirin, şîret hêmanên sereke ne. Hinek jê rasterast zarok dibêjin, hinek ji bo zarokan tên gotin. Berhevkirina vî cureyê zargotinê gelekî zehmet e, Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîlî bi keda salan, bi bêhnfirehî ev qewl û beyt berhev kirine.
 
“Hîvê, hîvê
Zengilzîvê 
Dîya min şorbe çêkirîye,
Para hîvê bîr kirîye.”
 
“Navê min, navê te,
Kumê min serê te
Bireve, ez bidim pey te.”
 
ZÊMAR, STRANÊN ŞÎNÊ 
 
Di berhema "Zêmar, Stranên Şînê" ku 260 rûpelî pêk tê de jî 1277 zêmar ango stranên şînê hene. Zêmar, di demên taybet da jixweber tên ristin, loma berhevkirina wan pir zehmet e. Kesên ku li ser mirî û berzebûyên xwe diêşin, kovana dile xwe di zêmaran da dirêsin. Carna li ser mirovên xwe yên winda, dûrketî û mişextî jî xema dilê xwe dirêjin. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970yî da hatine berhevkirin. 
 
“Derê mala me hêlan e,
Pişta mala me meydan e,
Çîyaê bilind mexelê pezkûvîyan e,
Ne wextê tîtalsîyara axê goran e.”
 
“Teyro, teyrê bilincîya,
Teyr geryaye hemû cîya
Bifire, cavê bide xayê kuştîya.”
 
QEWL Û BEYTÊN ÊZDÎYAN 
 
Di pirtûka "Qewl û Beytên Êzdîyan" ku ji 310 rûpelan pêk tê de qewl û beytên êzdîyan yên ku bi salan bi awayê devkî hatine gotin û destûra nivîsîna wan zehmet bûye hene. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970yî da hatine berhevkirin. Di qewl û beytan da em gelek raman, hêma û nîşaneyên êzdîyatîyê dibînin. 
 
“Erê bendeo, sed salî li dine bî,
Bi zêr û zîv dibe xinê bî,
Axir rojekê bendaê mirinê bî,
Miskîno, jaro ya ademî.”
 
“Dinîya heye xan û man e,
Îsan tê da bazirgan e,
Bazirgan diçe, xan cî da ne,
Miskîno jaro ya ademî.”
 
Xwîner dikarin van pirtûkan û pirtûkên din yên di warê folklorê de ku ji hêla Weşanxaneya Wardozê ve hatine çapkirin, hem li ser malpera Wardozê hem jî li pirtûkpiroşan peyde bike.