Suer bi wêneyê Roboskî xelata salê wergirt

img
AMED - Wênegir Mehmet Masum Suer bi wêneyê ku li Roboskî kişandibû di pêşbirka "Nûçegihanê Wêne yê Sala 2022" ya ku ji aliyê Kovara Leica yê ku marqeya herî bi prestîj ya kamerayan a cîhanê ye Leica Magazine (LFI) û BarTur Photo Award ve hat organîzekirin de, xelata duyemîn wergirt.
 
Wênegir û rojnamevan Mehmet Masum Suer bi wêneyê ku li Roboskî kişandibû di Pêşbirka Nûçegihanê Wêneyê Sala 2022’ya ku bi hevpariya Kovara (LFI) Leica Fotografie International ya ku marqeya herî bi prestîj a kamerayan a cîhanê ye û Xelatên Wênekêşiyê yên BarTur ve hat organîzekirin, xelata duyemîn wergirt. Hat ragihandin ku îsal bi qasî 5 hezar wênekêş ji 80 welatan bi 12 hezar û 700 wêneyan beşdarî pêşbirkê bûne.
 
Mehmet Masum Suer di vê pêşbirka bi prestîj a cîhana wênekêşiyê de bi wêneyê dayikan ku wêneyên zarokên xwe yên ku di bûyera Roboskî ku di sala 2011'an de qewimî bû de jiyana xwe ji dest dabûn nîşan didin, di kategoriya "Rûyên Mirovahiyê" de xelata duyemîn wergirt. Di pêşbirkê de bi zêdeyî wêneyên ku ji pevçûn û koçberiya mirovan a li Ukrayna û Afganistanê hatine kişandin xelatên yekem girtin. Wêneyên ku xelat wergirtine dê di navbera 9-19'ê Sibatê de li Almanya li galeriya Muzeya wênekêşiyê ya F3 Freiraum Für Fotografie li Berlîn û piştre li du welatên din ên Ewropayê dê werin pêşandan.
 
Wênekêş Suer diyar kir ku ji aliyekî ve di sala dawî de bi wergirtina xelata sêyemîn a girîng kêfxweş bûye lê ji aliyê din ve jî ji ber bûyera Roboskî û tiştên ku di roja kişandina vî wêneyî de dîtiye gelekî xemgîn bûye. Suer axaftina xwe domand: “Piştî bûyera trajîk bi çend rojan ez bi komek hevalên xwe re çûm gundê Roboskî û ji malbatan re sersaxî xwest. Me êşa wan parve kir. Min êşên malbatan bi kişandina gelek wêneyên li ser goristanan û li malên wan belge kir. Min bi xemgîniyek mezin ev wêne kişandin.”