Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele

img

AMED - Mamosteyê MED-DER’ê Hacî Ozkal, bi zaravayê kirmanckî 2 ferheng û 3 pirtûkên li ser rêziman,biwêj û pêşgotinan û romanek weşand. Xebat û berhemên Ozkal ji Weşanxaneya J&J’yê derçûn. Ozkal got ku heke berxwedan nebe wê ziman bihele û bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî.

 
Mamosteyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê yên Mezopotamyayê (MED-DER) Hacî Ozkal, ji bo parastin û pêşketina zaraveya kirmanckî bi navê “Ferhengê Kurdî-Tirkî” yek biçûk yek jî mezin 2 ferheng û 3 pirtûkên bi navê “Gramer û Rastnuştişê Kurdî”, “Rayerê Vaceyîşê Yê Mîyonê Rocî” û “Ferhengê Qewl û Wateyê Verînon” ku li ser rêziman, biwêj û pêşgotinan amade kiribûn weşandin. Her wiha li gel van berheman, romanek bi navê “Hêvîya Seseron Rocobîyn (Bi Hêviya Sedsalê Ber Bi Rojên Din Ve)” weşand. Xebat û Berhemên Ozkal ji Weşanxaneya J&J’yê derçûn. 
 
‘HEWCE YE EM LI BENDA PERGALÊ NESEKININ’
 
Ozkal da zanîn ku zextên desthilatan her tim li ser ziman û jiyana gelên bindest hebûye û înkarek li dijî zimanê wan çêbûye. Ozkal anî ziman ku zaraveyên kurdî jî, ji ber ne zimanê perwerdehiyê ne roj bi roj paş ve diçin û rastî bişavtinê tên. Ozkal destnîşan kir ku kesên ku vê yekê bide rawestandin, biaxive û binivisîne gelek kêm in û wiha got: “Hewce ye em li benda pergalê nebin ku tenê ew xwedî li zimanê me derkevin. Pêwîst e em bi xwe xwedî li zimanê xwe derkevin. Bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin, biaxivin û hîn bibin û wê ev yek, tenê bi xebatên me pêk bên. Niha em weke mînak li tabloya kurmancî dinêrin, pir jî xerab nîn e. Qenalên bi zaraveyên kurmancî weşanê dikin hene, di van qenalan de bi dehan bername tên çêkirin, rojname û kovarên wê hene. Di van 30 salên dawî de ji hêla kurmancî ve gelek pêşketinên girîng çêbûn. Zarava pir hat axaftin û girseyeke temaşevanên wê çêbû. Vê girseyê jî zimanê xwe pir pêş xist û sedema vê yekê jî bernameyên hatine çêkirin bi xwe ye.”
 
VALAKIRINA GUNDAN Û BANDORA LI SER ZIMAN
 
Ozkal bal kişand ser rewşa zaravayê kirmanckî û bi domdarî wiha got: “Niha em lê dinêrin weşanxane û pirtûkxane hene û hinek berhemên zazakî tên weşandin jî hene. Hinek pêşketin çêdibin ji hêla zazakî ve, em nikarin vê yekê înkar bikin. Lê hewceye em vê yekê jî paşçav nekin ku di salên 1990’î de gund hatin valakirin û gel koçî li bajaran kir. Evê yekê bandorek mezin li ser zimanê gel kir. Piranî jî gelê ku zazakî diaxivîn pirtir bibandor bûn. Hatin bajaran û tirkî û kurmancî naskirin. Gava li gundan bûn sedî 80’ê zazakî diaxaftin lê, piştî hatin bajaran bi tirkî û kurmancî axaftin. Ji ber ku mecbûr man axaftin. Berê zazakî ji bo axaftin û bikaranînê di rêza yekemîn de bû lê niha ketiye rêza sêyemîn.”
 
DI FERHENGÊ DE 6 HEZAR PEYV HENE
 
Ozkal da zanîn ku heke berxwedan nebe wê ziman bihele. Ozkal bi lêv kir ku pêwîst e hinek tişt bên kirin ku ev ziman ji dest neçe û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Heke zimanê me winda bibe, em jî dê winda bibin. Çima em dibêjin elmanî yan jî fransî, ji ber ku elmankî û firansî diaxive. Heke kurd di pêşerojê de zimanê xwe neaxive, wê weke tirk, ereb yan jî fars bên pênasekirin. Min jî, ji ber van tiştan ferhengek amade kir û di nava wê de 6 hezar peyv hene. Ev ferheng, hem zazakî-tirkî, hem jî zazakî-kurmancî ye. Çima min xebatek wiha kir? Ji ber ku ziman, tenê bi min yan jî nivîskarên weke min nagihije azadiya xwe. Pêwîste zarok û neviyên me jî vî zimanî bizanîbin. Min ev ferheng ji bo wan amade kir û ji ber vê yekê min zazakî-tirkî çêkir. Her wiha dîsa ji bo ku kurmanç jî zazakî fêr bibin û cudahiyên di nava her du zaraveyan de bibînin min zazakî-kurmancî jî çêkir. Bi vî awayî zaza û kurmanç dikarin di nava hev de ahengekê çêkin û bi hêsantir ji hev fêm bikin.”
 
‘MIN XWEST HERKES SÛDÊ JÊ WERGIRE’
 
Ozkal diyar kir ku ji bo zimanek di cîhanê de balê bikşîne ser xwe, çar tişt hewce ne û ev çar tiştên pêwîst wiha bi rêz kir: yek, ferheng; du, rêziman; sê, gramer û çar jî pêşgotin û biwêj in. Ozkal anî ziman ku gava wî ferheng amade kiriye zanibûye ku ev têra wî nake û dest bi berhemên din jî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min dest bi pirtûka gramerê kir. Gava min ev gramer amade dikir, min 'Kûyê Sipî (Çiyayê Sipî)' ku zaza lê dijîn e, esas girt. Min rêgez û rêbazên ziman li ser vê esasê honandin. Di heman demê de min ferhenga pêşgotin û bivêjan jî amade kir. Min wateya pêşgotinan û bivêjan di vê ferhengê de vegotin û min tirkî jî nivîsandin ku da baştir bê fêmkirin. Min hewl da ku ferhengek ji zeviyan bigire heta dermanxaneyan, ji maxazayekê bigire heta saziyên dewletê zarok, jin, ciwan her kes sûdê jê wergire.”
 
‘PÊNGAV’
 
Ozkal da zanîn ku wî di amadekariya berhemên xwe de ji tirkî, fransî, kurmancî û kirmanckî sûd wergirtiye û wiha domand: “Xebatên min di Weşanxaneya J&J’yê de hatin weşandin. Ev weşanxane hewl dide ku zazakî pêş bikeve. Me navê “pêngav” li vê xebatên xwe kirin. Bi vê pêngavê em dixwazin gel hişyar bikin. Bila gel bizanîbe ku xebatên me berdewam dikin. Em bê hêvî nînin. Bila gel jî bizane ku wê di pêşerojê de jî xebatên li ser zazakî bidomin. Ev zarave jî weke zaraveyên din ên kurdî pêş dikeve. Ji ber vê yekê em gelek girîngiyê didin vê 'pêngavê'.”
 
ROMANEK JÎ NIVÎSANDIYE
 
Ozkal diyar kir ku wî bi navê “Hêvîya Seseron Rocobîyn (Bi Hêviya Sedsalê Ber Bi Rojên Din Ve)” romanek jî nivîsandiye. Ozkal da zanîn ku di vê romanê de li ser 4 hêmanan sekiniye, bapîrê wî, bavê wî, ew û zarokên wî û wiha got: “Jiyana van hêmanan çawa derbas bûye, di kîjan astan de derbas bûne, çi jiyan e? Min xwest van tiştan vebêjim. Tiştê dixwazim bikim ev e ku li Avûstralyayê zimanek hebû, tenê jinekê ev ziman dizanî, jin mir û ev ziman jî mir. Li gel vê jinê gelek jî winda bû. Bi rastî gel heye lê hatiye bişavtin.”
 
‘HEKE ZIMANÊ TE TUNE BE, TU JÎ TUNE YÎ’
 
Ozkal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez gel im û ji bo zimanê xwe bihêvî me. Hemû gavan jî pêşniyariya parastina ziman li gelê xwe dikim. Bi hezaran sale zimanê kurdî şaristaniyek ava kiriye. Di gelek cihên cîhanê de gelan, zimanê xwe pêş xistin û pêş dixin. Pêwîste em jî vê yekê bikin. Hewceye gelê me vê mîrateya ku ji dapîr û bapîrên xwe girtiye derbasî nifşê nû jî bikin. Gelê me bila bizane ku heke zimanê me tune be em jî nînin û em nikarin bibêjin 'Em kurd in, em zaza ne'. Heke zimanê te tune be wê ji te re bibêjin 'tu tune yî' Heke kesek zaza be û tenê bi tirkî biaxive, wê weke tirk bê qebûlkirin. Tenê elmankî biaxive, wê elman bê qebûlkirin. Ji ber vê yekê hewceye gelê me zimanê xwe weke nan, hewa û av bibîne û girîngiyê bidê.”
 
MA / Bazîd Evren