Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne 2022-07-30 11:39:02   NAVENDA NÛÇEYAN  -  Di encama barana zêde de li gelek deverên Îranê lehî rabûn û hezaz pêk hatin. Di encama lehî û hezazan de herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî winda ne.    Li Îranê ev du roj in baraneke zêde dibare û ev baran hêj diidome. Ji ber barîna zêde, li gelek deveran lehî rabûn û hezaz pêk hatin. Li gorî agahiyan; lehiyan li 18 eyaletan bandora xwe li 400 jîngehan kiriye û di encamê de 53 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî winda bûne.    WALIYÊ TEHRANÊ DAXUYANÎ DA   Waliyê Tehranê Mohsen Mansouri ji televîzyona dewletê re axivî û da zanîn ku lehiya heyî li bakurê Tehranê hêj didome û hinek geştiyar û meşvan hêj dixwazin biçin wan herêman. Mansourî, diyar kir ku lehiya heyî herî zêde bandora xwe li Fîruzkuhê kiriye ku bi qasî 140 km’an li bakurê Tehranê dikeve.