Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive 2022-11-22 12:52:04   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentoya Iraqê dê têkildarî êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive.    Serokê Parlamentoya Iraqê Mûhammed Halbûsî ragihand ku wan îro biryar da ku di 19’ê cotmehê de li parlamentoyê bi rûniştineke taybet a bi rojeva êrişên Îran û Tirkieyê bicivin. Di civîna îro de hat diyarkirin ku ew ê mijara êrişên li dijî xaka Iraqê û Herêmê Federe ya Kurdistanê bigirin dest û dê encamên civînê ji Hikûmeta Iraqê re bên pêşkeşkirin.